Jin û ciwanên ku di Tûrnûvaya Fûtbolê ya Rojîn Kabaîşê de li hev kom bûn, li dijî tiryakê û kuştina jinan peyama “Em bi hev re derng derxînin” dan.
Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya Îzmîrê bi dirûşmeya “Ne tiryak, jiyan” Tûrnûvaya Fûtbolê ya Rojîn Kabaîşê da destpêkirin. Li qada ku dê turnuva bê lidarxistin de pankarta “Ne tiryak, jiyan” hat daliqandin.
Beşdar û temaşevanên beşdarî tûrnûvayê bûn bal kişandin ser ne wekheviya zayendî û peyama “Em bi hev re derng derxînin” dan.
/Ajansa Mezopotamya/










