🔴AMED (Nûpel) – “Tûrnûvaya Futbolê ya Navxweyî ya nav saziyan” ku bi hevpariya Şaredariya Peyasê û Komeleya Rojnamevanên Başûrê Rojhilat ve tê organîzekirin, dest pê dike.
Piştî serkeftina sala borî, ev tûrnûva niha weke kevneşopiyekê berdewam dike. Organîzasyon ji aliyê Gerînendetiya Sporê ya Şaredariya Peyasê û Komeleya Rojnamevanên Başûrê Rojhilat ve tê birêvebirin. Saziyên ku dixwazin beşdar bibin divê heta 1ê Nîsanê serlêdanên xwe bikin û tûrnûva dê di 25ê Nîsanê de dest pê bike.
Tûrnûva li Kompleksa Sporê ya 500 Evler a Şaredariya Peyasê, li ser du qadên futbolê yên cuda dê were lidarxistin. Pêşî maçên komê û piştre jî maçên qonaxa serkeftinê dê bên kirin.
Di daxuyaniya hevpar a Şaredariya Peyasê û Komeleya Rojnamevanên Başûrê Rojhilat de hat diyarkirin ku armanca sereke ew e ku saziyên li herêmê bîne cem hev, bi rêya sporê hevaltî, hevgirtin û têkiliyên baş xurt bike.
Linka serlêdanê:
https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSfdpbSnM8Ewh35BmPddTwXHVUl3BCMjX3HcKv145-5OrSkMOA/viewform?pli=1











