NÛPEL – Serokê Amerîkayê Donald Trump, derbarê aloziyên li gel Îranê û xwenîşandanên li wî welatî daxuyaniyên gelek balkêş û tund dan. Trump eşkere kir ku wan bi rêya Kurdan çek ji bo xwenîşanderên Îranê şandine, lê gumanên wî hene ku ew çek gihîştibin cihê xwe.
“Kurdan Çek ji Bo Xwe Birine”
Serok Trump di hevpeyvîneke taybet de li gel kanala Fox Newsê ragihand ku rêveberiya Washingtonê ji bo piştgirîkirina xwenîşanderên li Îranê hejmareke zêde ya çekan şandiye. Trump diyar kir ku di vê pêvajoyê de Kurd wek navbeynkar hatine bikaranîn û got:
“Me gelek çek ji bo xwenîşanderan şandin. Me ev çek bi rêya Kurdan şandin, lê ez bawer dikim ku Kurdan ew çek ji bo xwe birine.”
Gefa “Teqandina Her Tiştî” û Desteserkirina Petrolê
Trump li ser siyaseta xwe ya li hemberî Tehranê hişyariyên pir tund da û destnîşan kir ku eger Îran bi lez neyê ser maseya peymanê, ew ê vebijêrkên leşkerî yên herî giran bixe dewrê. Trump wiha axivî:
Vebijêrka Leşkerî: “Eger Îran bi lez peymanê îmze neke, ez difikirim ku ez her tiştî biteqînim.”
Petrol: Trump gef xwar ku ew ê dest deynin ser çavkaniyên petrolê yên Îranê.
Felckirina Binesaziyê: Serokê Amerîkayê diyar kir ku di nav planên wan de rûxandina piran û stasyonên elektrîkê hene da ku welat bi temamî paraliş bibe.
Amara 45 Hezar Kuştiyan
Donald Trump bal kişand ser tepeserkirina xwenîşandanan ji aliyê rejîma Tehranê ve û îdia kir ku di van bûyeran de heta niha 45 hezar sivîl hatine kuştin. Ev reqama ku Trump eşkere kiriye, ji hemû amarên ku heta niha hatine belavkirin gelekî bilindtir e.
Dîplomasî û “Efûya” ji bo Danûstandinkaran
Tevî van gefên giran jî, Trump diyar kir ku deriyê dîplomasiyê hîn vekirî ye û ew geşbîn e ku “heta sibe” peymanek pêk were.
Di daxuyaniyeke sosret de, Trump eşkere kir ku Amerîkayê ew rayedarên Îranî yên ku niha di pêvajoya danûstandinan de ne “efû kirine.” Bi vê gavê, Washington dixwaze ku nûnerên Îranê bêyî tirsa kuştin an bibe hedefa êrişan, danûstandinan berdewam bikin.









