🔴Nûpel – Serokê DYA’yê Donald Trump, rexneyên tund li hevalbendên NATO’yê girt û daxuyand ku DYA’yê bi serê xwe kapasîteya leşkerî ya Îranê hilweşandiye û êdî hewceyî alîkariya tu welatî nînin.
Donald Trump îro peyameke nû weşand û diyar kir ku piraniya hevalbendên NATOyê ji Washingtonê re ragihandine ku naxwazin beşdarî operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê bibin, ku Trump Îranê wekî “rejîma terorê” bi nav dike.
“NATO rêyeke yekalî ye”
Trump da zanîn ku ew ji vê helwesta hevalbendan şaş nediye û ev îfade bi kar anîn:
“Hema hema her welat di mijara karê ku me kiriye de hemfikir e; nabe ku bi tu awayî rê bête dayîn ku Îran bibe xwediyê çekên nukleerî. Lê min NATO her gav wekî ‘rêyeke yekalî’ dît; ku DYA her sal bi sedan mîlyar dolar ji bo parastina yên din xerc dike, lê gava hewcehiya me bi wan hebe, ew ji bo me tu tiştî nakin.”
“Êdî tiştek bi navê artêşa Îranê nemaye”
Trump derbarê rewşa niha ya artêşa Îranê de tabloyeke wêranker xêz kir û got:
“Xweşbextane me jixwe artêşa Îranê bi erdê re kir yek. Êdî ne hêzên wan ên deryayî û ne jî hêzên wan ên hewayî mane; sîstemên wan ên firokevanî û radarên wan bi temamî hatine rûxandin. Ya herî girîng jî, êdî kadroyên wan ên pêşeng di her astê de tune ne. Ew ê careke din nekaribin gefê li DYA, hevalbendên me yên li Rojhilata Navîn an jî li cîhanê bixwin.”
Serokê DYAyê destnîşan kir ku ji ber “serkeftinên” leşkerî yên hatine bidestxistin êdî hewcedariya wan bi piştgiriya hevalbendan nîne û peyama xwe wiha bi dawî kir:
“Êdî hewcedariya me bi alîkariya welatên NATOyê nîne, em daxwaza vê jî nakin. Jixwe tu carî bi rastî hewcehiya me bi wan çênebû. Heman rewş ji bo Japonya, Awustralya û Koreya Başûr jî derbasdar e. Ez wekî Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ku di cîhanê de welatê herî bi hêz e diaxivim; hewcehiya me bi alîkariya kesî nîne.”
/Çavkanî: Rûdaw/










