Trump Êrişên li ser Îranê Rawestand: Agirbesteke 2 Hefteyan û Şertê Tengava Hurmizê

CîhanNûçe

🔴NÛPEL – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî biryar daye êriş û bombebaranên li ser Îranê ji bo heyama du hefteyan bide sekinandin. Trump destnîşan kir ku ev agirbest bi navbeynkariya Pakistanê pêk hatiye û armanc jê gihîştina peymaneke mayînde ye.

Navbeynkariya Pakistanê û Rawestandina Êrişan

Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Social daxuyaniyek belav kir û eşkere kir ku wî bi Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf û Serokerkanê Giştî yê Pakistanê Asim Munîr re hevdîtinek pêk aniye. Trump diyar kir ku li ser daxwaza rayedarên Pakistanê, wî biryara sekinandina “hêza wêranker” a ku biryar bû îşev li Îranê bixe, daye.

Şertê Serekî: Tengava Hurmizê

Serokê Amerîkayê di peyama xwe de bal kişand ser mercekî sereke yê vê agirbestê û got:

“Bi mercê ku Komara Îslamî ya Îranê razî bibe ku Tengava Hurmizê bi awayekî TEMAMÎ, LEZGÎN û EWLE veke, ez qebûl dikim ku bombebaran û êrişa li ser Îranê du hefteyan rawestînim. Ev dê bibe agirbesteke dualî!”

Pêşniyara 10 Xalî û Hêviya Aştiyê

Trump da zanîn ku Amerîka û Îran li ser piraniya xalên nakok li hev kirine û niha li ser pêşniyareke 10 xalî ya ji aliyê Îranê ve hatî pêşkêşkirin dixebitin. Trump destnîşan kir ku ev pêşniyar bingeheke guncav e ji bo danûstandinan û got ku ew gelekî nêzîkî peymaneke dawî ne ku aştiyeke demdirêj li Rojhilata Navîn pêk bîne.

“Pirsgirêk Nêzîkî Çareseriyê ye”

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Trump diyar kir ku Amerîkayê ji xwe armancên xwe yên leşkerî pêk anîne û ev dema du hefteyan dê bibe firsendek ji bo îmzekirina peymana dawî. Trump ev gav wekî cihê şanaziyê bi nav kir û got ku ev pirsgirêka demdirêj ber bi çareseriyê ve diçe.

/Nûçeyên Cîhanê/

Van jî bibîne

 

Îranê hîn agirbest neketî meriyetê binpê kir: Ber bi Îsraîlê ve fuzeyan barand
Lîga Şampiyonan: Bayern û Arsenal Ber Bi Nîv Fînalê Ve Gavek Avêtin

Nûçeyên Sereke