Trafîka Dîplomatîk a Krîtîk: Hevdîtinên DYA û Îranê Berdewam Dikin

CîhanNûçe

🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de li paytexta Pakistanê, Îslamabadê, heta niha du dewrên hevdîtinan hatine kirin. Li gorî daxuyaniyê, tê payîn ku dewra sêyemîn a van muzakereyan berêvara îro bê lidarxistin.

Rayedarekî ji Qesra Spî jî piştrast kir ku hevdîtinên di navbera her du welatan de berdewam dikin.

Nakokiya li ser Tengava Hurmizê

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Îranê de cih girtine, di her du dewrên pêşîn de li ser Statuya Tengava Hurmizê nakokiyên kûr derketine holê. Aliyê Îranê îdîa dike ku ji ber “daxwazên zêde” yên Amerîkayê, pêvajoya muzakereyan gihîştiye xaleke xitimandinê.

Netanyahu: “Şer Hê Neqediyaye”

Di dema ku li Îslamabadê dîplomasî di dewrê de ye, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di axaftineke televîzyonî de peyamên tund dan. Netanyahu, bêyî ku rasterast navê muzakereyên Îranê bide, bal kişand ser agirbesta hefteya borî û got: “Şer hê neqediyaye.”

Netanyahu bersiv da rexneyên li hundirê Îsraîlê û parast ku operasyonên li dijî Îranê gihîştine armanca xwe. Netanyahu wiha got:

“Me bernameya wan a nukleerî pelçiqand, me fuzeyên wan pelçiqandin û me rejîma wan perçiqand.”

Van jî bibîne

 

JD Vance: Me pêşniyara xwe ya ‘dawî û herî baş’ da Îranê, lihevkirin pêknehat
Netanyahu û Erdogan Hatin Beramberî Hev: “Ew Kurdan Qetil Dike

Nûçeyên Sereke