Tom Barrack: Wêneyek bi qasî hezar peyvî ye; destpêkek nû

Kurdi

​Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Abdî û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed al-Şeybanî, beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê bûn.

​Şandeya ku ji Mazlûm Abdî û Esed al-Şeybanî pêk dihat û Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Rojavayê Îlham Ehmed jî tê de cih digirt, bi Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Marco Rubio re civiyan.

​Nûnerê Taybet ê DYA’yê yê Sûriyeyê û Balyozê Tirkiyeyê Tom Barrack, derbarê hevdîtinê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û got: ”Wêneyek bi qasî hezar peyvî ye; destpêkek nû.”

Van jî bibîne

 

Daxuyaniya Mazlûm Ebdî ya derbarê hevdîtina bi Marco Rubio re
Lutkeya Sêalî li Munîhê: QSD, Şam û Amerîka Civiyan

Nûçeyên Sereke