🔴Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku ji bo zêdekirina ewlehiya civaka Tirk, roja Duşemê şeş balafirên şer ên F-16 û sîstema parastina hewayî li Bakurê Qibrisê bi cih kiriye. Wezaretê destnîşan kir ku ji ber şerê DY-Îsraîlê yê li dijî Îranê, heke pêwîst bike dê tedbîrên zêdetir werin girtin.
Hefteya borî, piştî ku firokeyeke bêmirov (îha) li baregeha hewayî ya Akrotiri ya Brîtanyayê ya li Qibrisê ket, hêzên Ewropî dest bi gavan kirin da ku sewkiyata leşkerî li girava ku ji aliyê etnîkî ve hatiye dabeşkirin zêde bikin. Karbidestên ewlehiyê bawer dikin ku ew îha ji aliyê koma Hizbullah a Libnanê ya ku Îran piştgiriya wê dike ve hatibû teqandin.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de got: “Di çarçoveya geşedanên dawî yên li herêma me de, ji îro pê ve şeş balafirên şer ên F-16 û sîstema parastina hewayî li Komara Tirk a Qibrisa Bakur hatine bicihkirin.” Her wiha hat diyarkirin: “Li gorî encamên nirxandinên ku dê li ser geşedanan werin kirin, heke pêwîst be girtina tedbîrên lêzêdekirî dê berdewam bike.”
Tirkiye rêveberiya Rûm a li başûrê giravê, ya ku di qada navneteweyî de tê naskirin û endama Yekîtiya Ewropayê ye, nas nake. Tirkiye yekane welat e ku dewleta Tirk a li bakur nas dike.
‘Dibe ku gavên din jî werin avêtin’
Serokkomarê Rûm ê giravê Nikos Christodoulides, ji rojnameya Kathimerini re axivî û diyar kir ku ev sewkiyata leşkerî “bertekek” Tirkiyeyê ye li dijî daxuyaniyên Ewropayê yên ku dibêjin ewlehiya giravê di bin berpirsyariya YE’yê de ye. Christodoulides Tirkiye wekî “hêza dagirker” a li Qibrisê bi nav kir.
Rêberê Tirk ê Qibrisê Tufan Erhürman van daxuyaniyan rexne kir û got ku divê pêşî li ser dabînkirina ewlehiya tevahiya giravê ji bo her du civakên Qibrisê were sekinandin.
Berdevkê AK Partiyê ya desthilatdar a Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan, Omer Çelik, anî ziman ku ev bicihkirin tu kesî nake armanc, tenê ji bo ewlehiyê ye û ji bo “xurtkirina hevsengiya hêzê” ya li giravê hatine kirin.
Çelik ji televîzyona NTV re got: “Lê belê divê em vê jî lê zêde bikin: Dibe ku gavên din ên wekî sîstemên parastina hewayî an jî navendên firokeyên bêmirov jî werin avêtin.”
Heta niha ji aliyê Yewnanistanê ve tu daxuyanî nehatiye dayîn.
Hefteya borî sîstemên parastinê yên NATOyê mûşekeke balîstîk a ku ji Îranê ber bi qada hewayî ya Tirkiyeyê ve hatibû avêtin, xistin. Enqereya endama NATOyê, roja Şemiyê hişyarî da Îranê ku mûşekên din ber bi wê ve navêje.
Tirkiyeyê destnîşan kir ku sewkiyatên leşkerî yên Ewropayê yên ji bo Qibrisê, rîska wê yekê heye ku giravê bikişîne nava şer.
Çavkanî: Reuters/









