Temellî: Meclîs ji Rojeva Gel Dûr e, Divê Qanûnên Taybet Bên Çêkirin

Nûçe

🔴Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bang li Meclîsê kir ku li şûna “qanûnên torbayê”, ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên civakê û girtiyên siyasî demildest “qanûnên taybet” derxîne.

ENQERE (Nûpel) – Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, li Meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxandin. Temellî bal kişand ser wê yekê ku Meclîs bi rojevên dûrî bendewariyên civakê re mijûl dibe û hişyarî da ku derengketina gavên qanûnî baweriya gel a bi pêvajoyê dişikîne.

‘Meclîs bi Qanûnên Torbayê Gel Mijûl Dike’

Temellî diyar kir ku desthilat bi qanûnên torbayê hewl dide krîzên heyî veşêre û wiha got: “Meclîs li dûrî bendewariyên gel dixebite. Sepana qeyiman berdewam dike, peywîra şeredariyan tê sînorkirin û girtin û binçavkirin ranewestiyan e.”

Parastina Mafê Jiyanê yê Ajalan û Daristanan

Temellî her wiha bal kişand ser qanûnên nû yên derbarê nêçîrvaniyê û daristanan de û destnîşan kir ku ev qanûn dê rê li ber kuştina ajalan û tunekirina xwezayê vekin:

Nêçîrvanî: “Welat ber bi Teksasê ve diçe, niha jî pêşiya kuştina ajalan vedikin.”

Krîza Avhewayê: “Tunekirina daristanan krîza avhewayê kûrtir dike, em van qanûnan qebûl nakin.”

‘Girtî û Civak li Benda Gavên Qanûnî ne’

Derbarê Pakêta Darazê û girtiyên siyasî de, Temellî destnîşan kir ku civak ji bo çareseriya demokratîk a Pirsgirêka Kurd li benda gavên konkret e:

“Hem girtiyên siyasî hem jî yên edlî li bende sererastkirineke adil in. Akademîsyenên ji kar hatine derxistin, qeyim û gelek mijarên din li bende qanûnên taybet in. Her ku derengî bikeve, baweriya gel dişkê.”

Krîza Aborî û Bandora Şer

Di dawiya axaftina xwe de, Temellî bal kişand ser bandora şerê li herêmê û krîza aborî ya li Tirkiyeyê. Temellî diyar kir ku polîtikayên Wezareta Aboriyê xîzanî û betaliyê kûrtir dikin û got: “Edaleta civakî li erdê maye. Çavkanî ji sermayedaran re tên veqetandin, lê gel birçî ye. Divê demildest bernameyeke nû ya aboriyê ku bersivê bide daxwazên civakê were pêşxistin.”

/Çavkanî: AW/

Van jî bibîne

 

Şandeya YPJ`ê li Şamê ye
Li Bodrumê Karesat: 19 Koçberan Jiyana Xwe Ji Dest Dan

Nûçeyên Sereke