Rojnamegera îranî Zahra Kamalî teza xwe ya doktorayê li ser tecrûbeyên rojnamegerên Kurd ên li Kurdistan û dîasporayê dijîn amade kir û bi navê “Xebateke Etnografîk a Têkildarî Jiyana Rojane ya Rojnamegerên Kurd û Tecrubeyên Wan ên Pîşeyî” nivîsand.
Rojnamegera îranî Zahra Kamalî teza xwe ya doktorayê li ser tecrûbeyên rojnamegerên Kurd ên li Kurdistan û dîasporayê dijîn amade kir û bi navê “Xebateke Etnografîk a Têkildarî Jiyana Rojane ya Rojnamegerên Kurd û Tecrubeyên Wan ên Pîşeyî” nivîsand. Berga pirtûkê jî ji hêla Zahra Kamalî ve hatiye amadekirin û pirtûk ji Weşanxaneya Sarê hate çapkirin. Zahra Kamalî, pirtûka xwe diyarî rojnameger Cîhan Bîlgînê kir ku di dema nivîsandina tezê de jê re agahî parvfe kir û piştre li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrişekê de jiyana xwe ji dest da.
Lêkolîna ku weke teza doktorayê ji ewil li Zanîngeha Enqereyê hate parastin, di nav xwe de tecrûbeyên rojnamegerên Kurd ên li bakur, başûr, rojhilat û rojavayê kurdistanê û li dîasporayê dihewîne. Di xebatê de tecrûbeyên rojnamegerên Kurd ên pîşeyî û jiyana wan a rojane bi perspektîfeke etnografîk digire dest. Pirtûk dibêje ku rojnamegerî ji bo piraniya van rojnamegeran ne tenê pîşeyeke lê di heman demê de pratîkeke jiyana rojane ya di nava şert û mercên siyasî, çandî û civakî de teşe digire. Di xebatê de hevpeyvînên berfireh, çavdêrî û pêwendiyên demdirêj ên bi rojnamegeran re jî cih digirin. Ev hevdîtin û hevpeyvîn, weke dane di pirtûkê de cih girtine. Bi rêya vê nêzikatiya rêbazî, pirtûk nîşan dide ka rojnamegerên Kurd li dijî sansur, zextên siyasî û di nava sînorkirinên sazûmanî pîşeya xwe çawa didomînin, vegota wan çawa ye û stratejiya hilberandina nûçeyên wan çawa teşe digire.
BAL KIŞAND SER ROJNAMEGERÊN JIN
Yek ji aliyên balkêş ên pirtûkê jî ew e ku cihekî taybet ji tecrûbeyên rojnamegerên jin ên Kurd re veqetandiye. Di lêkolînê de xuya dibe ku rojnamegerên jin di qadeke têkoşîneke piralî de dixebitin. Rojnamegerên jin li rexekî zexta astengiyên di qada medyayê de û zextên siyasî, li rexa din jî di qada pîşeyî de li dijî jiberkirinên zayendî û newekheviya zayendî têdikoşin. Di hevdîtinên bi rojnamegerên jin ên Kurd ên li Îranê dijîn re hevdîtin hatine kirin û rewşa wan bi awayekî berfireh hatiye vegotin. Bi taybet jî tecrûbeyên rojnamegerên jin ên di çalakiyên Jîna Emînî de hatin binçavkirin û darizandin, pir balkêş in.
Pirtûk, bi awayekî giştî radixe ber çavan ku rojnamegeriya Kurdî di gelek rewşan de ne tenê çêkirina nûçeyan lê di heman demê de parastina hafizeyekê, parastin ziman, çand û vegotinên alternatîf e.
ROJNAMEGER ZAHRA KAMALÎ KÎ YE?
Nivîskar Zahra Kamalî, lêkolînereke di qadên medya û çandê de ye. Li Tehranê ji dayik bûye û bi zimanên Farisî, Ingilîzî, Tirkiya Azeriyan, zaravayê Kurdî Kurmancî dizane. Lîsana xwe li Beşa Antropolojiyê ya Zanîngeha Tehranê temam kir û di xebatên çandî de lîsansa bilind kir. Zahra Kamalî, piştre jî di qadên xizmetên civakî de li Zanîngeha Hacettepe ya Tirkiyeyê lîsansa bilind girt û xebatên doktorayê li Zanîngeha Enqereyê temam kir.
/Ajansa Mezopotamya/









