🔴Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê û Parlamenterê Amedê Sezgin Tanrikulu, beriya serdana Wezîrê Dadê Akın Gurlek a li Amedê, derbarê Selahattin Demirtaş û îhaleya Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle de pirsên girîng arastî wî kirin.
NÛPEL – Parlamenterê CHP’ê Sezgin Tanrikulu, li ser hisabê xwe yê Xê bi dîmen bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên ku ji bo Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattin Demirtaş hatine dayîn lê nayên sepandin. Tanrikulu destnîşan kir ku Akin Gurlek berê serokê dadgeha ku Demirtaş darizandiye bû û ev pirs kirin:
“Hûn Derbarê Biryara DMME’yê de Çi Difikirin?”
Tanrikulu bi bîr xist ku Gurlek gava serokê dadgehê bû, cezayê herî giran ê “propagandaya rêxistinê” (4 sal û 8 meh) dabû Demirtaş û wiha got:
“Gelo nêrîna wî ya derbarê vê dozê de çi ye? Ya duyem; biryara DMME’yê ya ku nayê sepandin heye. Nêrîna wî li ser vê biryarê çi ye? Ji bo ku dadgeh vê biryarê bixin meriyetê, gelo ew çi difikire?”
“Gumanên Li Ser Îhaleya Nexweşxaneyê”
Mijara duyem a Tanrikulu, îhaleya nûkirina Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcle bû. Tanrikulu diyar kir ku di nav raya giştî ya Amedê de gumanên mezin li ser şêwazê vê îhaleyê hene û wiha dewam kir:
Şefafiyet: “Gelo Wezîrê Dadê dikare ji Rektor bipirse ku çima ev îhale bi rêbaza ‘îhaleya vekirî’ nehatiye kirin?”
Destwerdana Siyasî: Tanrikulu destnîşan kir ku îdiayên li ser destwerdana hin siyasetmedarên ku niha ne di siyaseta çalak de ne hene û xwest ku ev pêvajo bi awayekî qanûnî û şefaf bê meşandin.
https://x.com/i/status/2039743174311129349










