Sûdanî ji Macron re ragihand: Kujerên efserê Fransî hatin girtin

Nûçe

🔴NÛPEL — Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di peywendiyeke telefonî de bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re, ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Îraqê ew kesên ku êrişî hêzên Fransayê yên li Hewlêrê kiribûn, desteser kirine.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê derbarê naveroka peywendiyê de daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê, Sûdanî Macron agahdar kiriye ku di encama operasyonên hêzên Îraqî de, berpirsên êrişa ser baregeha Hevpeymanan a li nêzîkî Hewlêrê hatine girtin.

Agahiyên derbarê êrişê de

Êrişa navborî di şeva 12ê Adarê de bi rêya drona li ser baregeha Pêşmergeyan a li devera Mela Qere ya Hewlêrê pêk hatibû. Di wê baregehê de şêwirmend û rahênerên leşkerî yên Fransî hebûn.

Di encama êrişê de 7 leşkerên Fransî birîndar bibûn.

Efserê pilebilind ê Lîwaya 7an a Hêzên Çiyayî, Arno Frian, ji ber birînên xwe canê xwe ji dest dabû.

Sûdanî di axaftina xwe de tekez kir ku Îraq ji bo parastina serweriya qanûnê û parastina hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li welatê xwe pêbend e.

Rewşa Libnanê û aramiya herêmê

Her du lîderan bi hûrgilî behsa êrişên dawî yên li ser Libnanê kirin. Sûdanî û Macron êrişên ku roja çarşemê pêk hatin wek “êrişên biêş” pênase kirin û hişyarî dan ku bandoreke xerab li ser ewlehiya herêmê dikin. Her du alî li ser pêwîstiya agirbesteke demildest û parastina canê sivîlan hemfikir bûn.

Macron serkeftina futbolê ya Îraqê pîroz kir

Ji bilî mijarên siyasî û ewlehiyê, Emmanuel Macron pesnê rola dîplomatîk a Îraqê ya di aramiya herêmê de da. Her wiha Macron, Mihemed Şiya Sûdanî ji ber serkeftina Tîma Neteweyî ya Îraqê ya ji bo gihîştina Kupaya Cîhanê pîroz kir. Macron kêfxweşiya xwe anî ziman ku tîmên Îraq û Fransayê di heman komê de cih digirin û dê li hemberî hev lîstikan lîzin.

/Çavkanî: Rûdaw/

Van jî bibîne

 

Trump Şûrê Xwe Kişand: “Êrişeke Mezintir Di Rê de Ye!”
Eraqçî: Êrişên Îsraîlê Binpêkirina Agirbestê ye, Top di Qada Amerîkayê de ye

Nûçeyên Sereke