Soryaz: Ji Zozanan Ber bi Sifreyan Ve Çîroka “Zêrê Spî” yê Kurdistanê

NûçeXweza

🔴AMED (Nûpel) – Botanîk, çand û aborî di nav hev de: Li gorî lêkolînên lêkolîner Dr. Aryen Semsûrî, riweka Soryazê (Allium kharputense) ne tenê giyayekî xwarinê ye, di heman demê de nasnameya koka çiyayên Kurdistanê, nîşaneya dîrok, aborî û çanda herêmî ye.

Di encama xebatên qadê yên Dr. Semsûrî de, derket holê ku Soryaz li Kurdistanê xwedî trafîkeke mezin a bazirganiyê ye û di navbera bîranîna Xarpêtê û zozanên Agiriyê de pireke çandî ava dike.

Soryaz ku di lîteratûra zanistî de wekî Allium kharputense tê naskirin, wekî endemîkekî xwerû yê axa Kurdistanê bi bihara re serê xwe ji bin berfê radike. Her çend di qada akademîk û fermî de navê “Harput Soğanı” lê hatibe kirin jî, gelê herêmê bi sedsalan e vê riwekê bi navê wê yê resen, ango bi “Soryaz”ê nas dike. Navê wê yê latînî jî ji navê kevnar ê bajarê Xarpêtê (Kharput) tê ku di kurdî de tê wateya “Cihê Pûtan”.

Ji Agiriyê Ber bi Sêrtê Ve: Trafîka Bazirganiya Soryazê

Soryaz li gelek deverên Kurdistanê şên dibe, lê daxwaza herî mezin ji bajarê Sêrtê û navçeyên wê tê. Li gorî agahiyên ji qadê hatine girtin, Sêrtiyan ji ber daxwaza zêde soryazên li herêma xwe berhev kirine û qedandine; lewma niha bazirganiya mezin ji herêma Agirî, navçeyên wekî Panos û Dûtaxê tê kirin.

Rojê bi dehan ton soryaz bi kamyonan ber bi başûrê welat ve tê şandin. Hat zanîn ku tenê di rojekê de nêzî 50 ton soryaz dikeve bazara Sêrtê û dibe giyayê herî biha yê biharê. Ev rewş nîşan dide ku Soryaz ji bo gundiyan bûye çavkaniyekî girîng ê debarê.

Çandiniya Soryazê: Nimûneya Beldeya Bêdarê

Her çend Soryaz wekî giyayekî kovî li çiyan şên bibe jî, li hin deran hewildanên çandiniya wê dest pê kirine. Li beldeya Bêdarê ya bi ser navçeya Xezxêrê ve, jinekê soryaz di baxçeyê xwe de çandiye û bi awayekî rojane wekî zebzeyekî malê hildiberîne. Ev yek nîşan dide ku ev riwek dikare di paşerojê de bibe berhemeke çandiniyê ya nûjen.

Di Çand û Hunerê de Soryaz: Navê Jinan û Klaman

Soryaz di çanda Kurdî de xwedî cihekî sembolîk e. Bi taybetî li herêma Şirnexê, wekî navekî jinan tê bikaranîn. Kulîlkên soryazê yên spî û geş, bi “çîtika spî” ya jinên herêmê re tê wekhevkirin. Di nav cureyên sîr û pîvazên kovî de, Soryaz tekane riwek e ku navê xwe daye jinan.

Hêza soryazê xwe gihandiye nav hunera gelêrî jî. Di kilameke Şirnexê de ku koka wê gelêrî ye, navê Soryazê wekî cihê soz û peymana dildaran derbas dibe:

“Keçkê dînê tûlazê, meşiya te’b meşya qazê

Qewlê min û yara min, kelha hotê soryazê

Keçkê dînê tûlazê, meşiya te’b meşya qazê

Qewlê min û yara min, kelha hotê soryazê

Lawko wer mala me ye, delalo wer mala me ye

Me xweş titinek heye, tu bêxe’t qelûna xwe ye

Keçkê dînê tûlazê, meşiya te’b meşya qazê

Qewlê min û yara min, kelha hotê soryazê

Mal çûne’b deriyê qaçê, êl çûne’b deriyê qaçê

Bû teqreqa demancê, berda rayê qolincê

Keçkê dînê tûlazê, meşiya te’b meşya qazê

Qewlê min û yara min, kelha hotê soryazê”

Gotin û Muzîk: Gelêrî

Herêm: Şirnex

Soryaz ne tenê tam û lezetek e; ew sembola biharê, bîranîna Xarpêtê û rîtma aboriya Agirî û Sêrtê ye. Tevî ku navên cuda lê hatine kirin jî, li ser her kevirekî Kurdistanê ew bi navê xwe yê resen “Soryaz” şên dibe.

Wêne: Aryen Semsûr 

 

 

 

 

 

 

 

 

Van jî bibîne

 

Berhema Neweye ya Caner Canerikî: “Sabe” Bi Kirmanckî Vejiya
Hawara Çandê: Asîmilasyona li Salonên Dawetan

Nûçeyên Sereke