🔴Endama Komîna Jineolojî ya Mexmûrê Songul Guler destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên zextê yên rejîma Îranê û destwerdanên hêzên kapîtalîst, yekane rêya çareseriyê avakirina pergala Neteweya Demokratîk e.
MEXMÛR (Nûpel ) — Endama Komîna Jineolojiyê ya Wargeha Penaberan a Rustem Cudî (Mexmûr) Mamosta Songul Guler, têkildarî geşedanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ajansa nûçeyan RojNews’ê re axivî. Guler diyar kir ku berxwedana jinên li Îranê ji bo hemû jinan çavkaniya hêzê ye.
‘Rejîma Îranê li ser înkara jinê ava bûye’
Songul Guler bal kişand ser dîroka serhildanên li Îranê û destnîşan kir ku rexmê guhertina rejîman jî, koka “netewe-dewletê” her tim hatiye parastin. Guler got: “Dewleta Îranê bi hemû zagonên xwe, ji porê jinê heya hemû tevgera wê xistiye bin serweriya zilam. Ev polîtîkayên giran nîşana tirsa wan a ji hêza jinê ye.”
‘Jin, Jiyan, Azadî: Nûbûna rihê berxwedanê’
Guler bi bîr xist ku berxwedana îro berdewamiya mîrata Mazdek, Babek û Hureman e û wiha berdewam kir:
“Bi qetilkirina Jîna Emînî re, berxwedana hezar salan di bin dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de xwe nû kir. Desthilatdar çi dikin bila bikin, wê nikaribin rihê azadiyê tune bikin.”
‘Li dijî şerê dagirkeriyê: Neteweya Demokratîk’
Di berdewamiya axaftina xwe de, Guler bal kişand ser aloziyên di navbera DYA, Îsraîl û Îranê de û ev şer weke hewildanên dagirkeriyê pênase kir. Guler anî ziman ku çareserî ne di destwerdanên derve de, lê di avakirina civakeke ekolojîk û demokratîk de ye.
Rêya çareseriyê: Paradigmaya Ocalan e
Songul Guler di dawiyê de destnîşan kir ku Ocalan di paraznameyên xwe de bi zelalî armancên hêzên kapîtalîst ên li ser herêmê daniye holê û wiha bi dawî kir:
Yekane rêya rizgarî ji şer û krîzan, avakirina pergala Neteweya Demokratîk e.
Pêşengên vê pergalê jin û ciwan in.
Têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistanê wê bi şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” serkeftina xwe mîsoger bike.










