SOHR: Di hefteyekê de li Sûriyê 30 kes hatine kuştin

CîhanNûçe

🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di hefteya dawî ya meha Adarê de, li seranserê Sûriyê ji ber sedemên cuda herî kêm 30 kesan canê xwe ji dest dane.

Li gorî rapora heftane ya SOHRê ku daneyên navbera 20 – 26ê Adarê li xwe digire, şîdet û bûyerên kuştinê li herêmên cuda berdewam dikin. Di raporê de hat destnîşankirin ku di nav hefteyekê de zêdetirî 30 kes di encama sûcên edlî, pevçûnên navxweyî û bermahiyên şer de hatine kuştin.

Detayên Bîlançoya Heftane

SOHRê hûrguliyên mirinan bi vî rengî rêz kirin:

14 kes di encama sûcên edlî (kujerî û sûcên civakî) de hatine kuştin.

7 welatî ji ber teqîna bermahiyên şer (min û teqemeniyên nehatine teqandin) canê xwe ji dest dane.

9 kes jî di şerên navmalbatî, pevçûnên eşîran û bûyerên cuda yên tundiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Van jî bibîne

 

Cejna Hîvde: Mizgîniya Biharê û Kevneşopiya Herêma Badikan
Endamê Sekreterya Îmraliyê Aktaş ji kongreyê re peyam şand: Rizgarî xwe-rêxistinkirin e

Nûçeyên Sereke