Şivan Perwer Hunermendên Kurd Yên ‘Sîstemê’ Rexne Kir: ‘Ruhê Kurdewariyê Li Wan Tune Ye’

🔴NÛPEL – Hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer, beşdarî bernameyeke televîzyona Channel 8 bû û derbarê hunermendên Kurd ên ku di nava pergala Tirkiyeyê de cih digirin, nirxandinên tund û baldar kirin.

Perwer, di dema bernameyê de bal kişand ser cudahiya hişmendî û nasnameyê ya di navbera hunermendan de û bi taybetî navên Ahmet Kaya, Mahsun Kırmızıgül û İbrahim Tatlıses anî ziman.

‘Ahmet Kaya Zana Bû, Lê Yên Din Nexwende Ne’

Şivan Perwer, di nirxandina xwe de Ahmet Kaya wekî mînakekî erênî nîşan da û destnîşan kir ku Kaya xwedî hişmendiyeke kûr bû:

“Ahmet Kaya kesekî bîrewer bû û cîhan baş dixwend; wî bi eşkereyî digot ku ew Kurd e. Lê belê Mahsun Kirmizigul û İbrahim Tatlises nexwende ne, dîrokê nazanîn û ji têkiliyên civakî bêpar in.”

Rexneya ‘Ruhê Kurdewariyê’

Perwer di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ev her du nav ji nirxên neteweyî dûr in û wiha got: “Di wan de ruhê Kurdewariyê tune ye.” Her wiha ji bo İbrahim Tatlises jî bi bîr xist ku beriya navdar bibe, li Rihayê av difirot û ji aliyê hişmendiya civakî ve xwe pêş nexistine.

Van jî bibîne

 

Li Amedê Hawara Gilgamêş: Berhema Herî Mezin a Babek Sobhî li Ber Xerabûnê Ye
Li Elkê û Milazgirê Agirê Newrozê bi Peyama ‘Azadî’ û ‘Yekitî’ Geş Bû

Nûçeyên Sereke