Şîroveyeke enstrumental a nû ji bo “Romanî” 

Muzîkjen Kemal Yildirim bi koma xwe ya pênc muzîkjenî (quintet) re ku ji amûrjenên amûrên bayî yên darîn pêk tê, melodiya kurdî ya naskirî “Romanî” bi şêweya muzîka enstrumantal ji nû ve şîrove kir.

Kemal Yildirim bi salan e ji bo ku berhemên nû li muzîka kurdî zêde bike, xebatên xwe yên muzîkal didomîne û vê dawiyê xebata wî ya nû bi etîketa KOM Muzîkê hate weşandin. Yildirim ê ku xebatên xwe li Wanê didomîne, berê jî xebatên xwe yên orîjînal ên bi vî awayî pêşkêşî guhdaran kiribû. Hunermend şîroveya enstrumantal a berhema gelerî ya bi navê “Romanî” û girîngiya xebatên bi vî rengî wiha rave dike:

“Berhemên ku di muzîka kurdî de berî niha di nava strukturên cihêreng de hatine naskirin û guhdarîkirin, eger ew berhem bi rêya formên muzîkê yên gerdûnî ji nû ve bên şîrovekirin, ev ji bo pêşketina hilberîna çandî derfetên nû diafirîne. Adaptasyonên ku ji bo formasyonên senfonîk, orkestral, amûrên bitêl û amûrên bayî yên darîn (woodwind) tên kirin, bi taybetî ew adaptasyon ne tenê dihêlin ku ev berhem qadeke dengî ya nû bi dest bixin, di heman demê de dihêlin ku ew di nav repertuara muzîka odeyê de cihê xwe bigirin û di çarçoveya navneteweyî de jî belav bibin.

Di vê çarçoveyê de, adaptasyona vê berhemê ya bi komeke muzîkjenan a pênc kesî (quintet) re û bi amûrên bayî yên darîn mîna modelekê ye ji bo ku berhemên muzîka kurdî bi zimanê muzîka odeyê ya hevdem (senkron) ji nû ve bên şîrovekirin. Eger ev nêzîkatiya navborî bi perspektîfeke avakirina repertuarê û berfirehkirina dewlemendiya muzîkal berdewam bibe, ew dê hem bandorê li cihêrengiya estetîk a muzîka kurdî bike hem jî xizmeta wê yekê bike ku muzîka kurdî di nav lîteratûra muzîka gerdûnî de zêdetir xuya bike.”

“Romanî” bi aranjmaniya Kemal Yildirim formeke nû girtiye û niha bi etîketa KOM Muzîkê li hemû platformên dîjîtal berdest e.

Van jî bibîne

 

Biryara 688an: Mertala parastina Kurdan û bingeha statuya Herêma Kurdistanê
Îranê 2 ciwanên girtî darve kir

Nûçeyên Sereke