Shanaz Ehmed: Kurdan bi Tenê Bihêlin, Em Ne Leşkerên bi Pere ne

Nûçe

🔴Dema ku îdîayên li ser handana Kurdên Îranê ji bo serhildanê ji aliyê DYA û Îsraîlê ve dihatin nîqaşkirin, daxuyaniyeke baldar ji hevjîna Serokkomarê Iraqê Ebdullatîf Reşîd û endama Polîtburoya YNK’ê Shanaz Îbrahîm Ehmed hat. Ehmed mînakên berê bi bîr xist û got, “Kurdan bi tenê bihêlin, em ne leşkerên bi pere (paralı asker) yên tu kesî ne.”

Dema ku êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê berdewam dikirin, hat îdîakirin ku her du welat hewl didin Kurdên li Îranê qanî bikin ku dest bi serhildana çekdarî bikin.

Di roja sêyemîn a şer de, Serokê DYA’yê Donald Trump bi lîderên Kurd ên li Iraqê Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî re hevdîtin pêk anîbû, lê hûrguliyên naveroka hevdîtinê nehatibûn eşkere kirin. Di medyaya Rojava de jî pey li pey nûçeyên ku îdîa dikirin komên Kurd ên li Îranê amade ne li dijî rejîmê şer bikin, hatin weşandin.

Mînakên Berê bi Bîr Xist

Ehmed destnîşan kir ku Kurd ne leşkerên bi pere yên tu kesî ne û bi bîr xist ku herî dawî li Sûriyê, lê berê jî gelek caran nîvê rê de hatine hiştin.

Daxuyaniya Shanaz Ehmed wiha ye:

“Di sala 1991’an de bang li Kurdan hat kirin ku li dijî rejîma Saddam Huseyn serî hildin; lê dema ku berjewendî guherîn, Kurd bi qedera xwe ve hatin hiştin. Dema ku rejîmê ji bo tepisandina serhildanê helîkopter û tank bikar anîn, tu kes nehat hawara me. Ev bîranîn hîn zindî ne û di hişê me de ne. Îro em wê demê wekî ‘Raparin’ bi bîr tînin û tiştên ku wê rojê hînî me kirine, ji bîr nakin.”

‘Kurdan bi Tenê Bihêlin’

“Di demeke nêz de me dît ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yanî li Rojavayê çi qewimî. Piştî hemû sozên hatibûn dayîn, em bûn şahid ku piştî Kurdên Sûriyê di refên herî pêş de li dijî DAIŞ’ê şer kirin, bi çi awayî muamele bi wan re hat kirin. Îro Kurdên Iraqê di dawiyê de gihîştine astekê ku dikarin hinekî aramî û rûmetê di jiyanê de bibînin. Ji ber vê yekê, pir zehmet e, heta ne pêkan e ku Kurd wekî ‘piyonên’ hêzên super ên cîhanê bên dîtin. Ezmûn li ber çavan in. Sozên pûç li ber çavan in. Kurd pir caran tenê dema ku pêdivî bi hêz an jî fedakariya wan hebe tên bîra mirovan. Ji ber vê yekê ez bang li her kesê ku aliyekî vê pevçûnê ye dikim: Kurdan bi tenê bihêlin, em ne leşkerên bi pere yên tu kesî ne.”

/Çavkanî: Birgün/

Îranê Herêma Kurdistanê Tehdît Kir
Cizîr wekî ‘Bajarê Jinan’ hate ragihandin

Nûçeyên Sereke