🔴Nûpel – Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz, rexneyên xwe yên li ser şerê Îranê yên li dijî DYA û Îsraîlê domandin, bal kişand ser yekîtiya Ewropayê û got, “Em ê êdî xwe bi erzanî nifiroşin.”
Merz di axaftina xwe ya li Meclîsa Federal (Bundestag) de, bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku bibe xwedî bibe baweriyeke bilindtir û amûrên hêzê yên di destê xwe de bikar bîne. Merz wiha got: “Divê em Ewropî, parastina ewlehî û azadiya xwe bi biryardarî û bi armanc hildin destê xwe. Her wiha divê em di aboriya xwe de jî pêşbaziya xwe ji nû ve ava bikin.”
“Divê em bi hêza xwe bihesin”
Merz bal kişand ku nifûsa YE ji ya DYAyê 100 mîlyon kes zêdetir e û diyar kir: “Divê em bi hişmendiyeke bilindtir a rêzgirtina li xwe, bêtir bi hêza xwe bihesin. Em naxwazin êdî xwe bi erzanî bifiroşin.”
Merz destnîşan kir ku Ewropa ne tenê bi welatên din ve girêdayî ye, lê yên din jî bi Ewropayê ve girêdayî ne û got ku ew her roj bi lîderên wekî Macron, Starmer û Meloni re di peywendiyê de ye.
“Hege DYA û Îsraîlê ji me pirsiyaba, me nedigot bikin”
Serokwezîr Merz derbarê şerê Îranê de jî rexneyên tund kirin. Merz got ku DYA û Îsraîl beriya bikevin şer bi wan re neşêwirîne û wiha pê de çû:
“Hege şêwirîbana, me jê re nedigot ku bi vî şêweyê niha bikevin vê rêyê. Ji ber vê yekê, heta ku şer berdewam bike, Almanya naxwaze bi amûrên leşkerî beşdarî dabînkirina ewlehiya deryavaniyê ya li Tengava Hurmuzê bibe.”
Merz hişyarî da ku hilweşîna dewleta Îranê dikare zirarên mezin bide Ewropayê, bibe sedema pêlên koçberiyê û bandoreke neyînî li dabînkirina enerjiyê bike.
Bersiva ji bo Trump: “Hevaltî divê rastgo be”
Merz bersivek nerastewast da daxuyaniyên tund ên Serokê DYAyê Donald Trump ên li ser welatên NATOyê û got: “Divê em karibin bi dilpakî ji hevkarên xwe re bibêjin ka em di kîjan xalan de cuda difikirin. Hevkarî divê karibe li ber vê yekê rabe, nexwe ew nabe hevkarî.”
/Çavkanî: DW)










