🔴NÛPEL — Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di peywendiyeke telefonî de bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re, êrişa bi balafirên bêmirov (ÎHA) ya li ser mala wî ya li Duhokê bi tundî şermezar kir.
Li gorî daxuyaniya fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di vê guftûgoyê de her du aliyan geşedanên dawî yên ewlehiyê û têkiliyên dîplomatîk yên li herêmê nirxandin.
Erdogan êrişa li ser mala Barzanî şermezar kir
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serokkomar Erdogan êrişên dawî yên li ser Herêma Kurdistanê ji nêz ve dişopîne. Erdogan di peywendiyê de êrişa drona ku mala Serok Nêçîrvan Barzanî ya li Duhokê kiribû armanc “bi tundî şermezar kir”. Her wiha ji bo pêşmergeyên ku di êrişên dawî de şehîd bûne sersaxî xwest û ji bo birîndaran jî daxwaza şifayê kir.
“Îstîkrara Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê pêşîneyek e”
Serokkomarê Tirkiyeyê bal kişand ser giringiya aramî û aştiya li Iraq û Herêma Kurdistanê û destnîşan kir ku ev yek ji bo Tirkiyeyê mijareke sereke ye. Erdogan dubare kir ku Tirkiye dê her dem di warê dabînkirina ewlehiyê û parastina îstîkrara herêmê de piştgir be.
Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê nabe parçeyekî şer
Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo helwesta dostane û peywendiya piştgiriyê spasiya Serokkomarê Tirkiyeyê kir. Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku Herêma Kurdistanê wekî her dem dê bibe faktora aramî û aştiyê û got:
“Herêma Kurdistanê wekî duh, îro jî dê her dem bibe faktora aramî û aştiyê. Em nabin parçeyekî şer û rageşiyên li herêmê.”
/Çavkanî: Rûdaw/










