Serokê PDKê Mesûd Barzanî û serokê YNK Bafil Talabanî li Pîrmam civiyan

KurdiNûçe

Mesûd Barzanî Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Bafil Celal Talabanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Pîrmam civiyan.

 Çavkaniyek ji Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji Rûdawê re ragihand ku Serokê YNKyê Bafil Talebanî û Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê civiyane.

Li gorî heman çavkaniyê, di civînê de behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Li gorî agahiyên Tora Medyayî ya Rûdawê, naveroka civîna Bafil Talebanî û Serok Barzanî ji sê xalan pêk dihat.

Gotûbêjkirina li ser peymana û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, hilbijartinên Parlamentoya Îraqê yên ku biryar e 11ê Çiriya Paşîn a 2025an werin kirin û her wiha pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Li gorî agahiyên Rûdawê, civîn îro nîvro pêk hatiye û demeke kurt berî niha bi dawî bûye.

Tê payîn ku Bafil Talebanî ji Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê vegere Silêmaniyê.

/rd/

Van jî bibîne

 

Pirtûka Abdulla Peşêw bi navê Birakujî derket
Cengîz Çîçek: Tirkiye li Rojavayê eşîrên Ereb organîze dike

Nûçeyên Sereke