🔴NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf got Amarîka peyamên diyalogê dişîne û li aliyê din jî bo êrişa bejahî amadekarî dike.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf di peyamemekê xwe de li dijî Amerîkayê axivî û îdiakir ku ew amadekariya êrişên bejahî dikin.
Qalîbaf di daxuyaniya xwe de ragihand ku Washington lîsteyeke ji 15 xalan pêktê pêşkêş kirine lê ew tenê “xewn û xeyal” in.
“Rûmeta leşkerî ya Amerîkayê şikestiye”
Serokê Parlamentoya Îranê diyar kir ku cîhan şahidê şikestina rûmeta leşkerî ya Amerîkayê dibe û got: “Ji firokeyên F-35an heta keştiyên firokehilgir û baregehên li herêmê, hemûyan ziyanên mezin dîtine. Bazara enerjiyê ji kontrolê derketiye û cîhan li beramberî bihabûna xwarinê ye. Ev jî nîşana lawaziya îdareya Trump a li beramberî hevpeymanên wî yên Ewropî ye. ”
Qalîbaf bal kişand ser îdiayên Amerîkayê yên ji bo têkbirina piraniya şiyanên leşkerî yên Îranê û rewşa Tengava Hurmizê û wiha pê de çû:
“Ew dijminê ku îdiaya têkbirina hêza me ya asmanî û mûşekî dikir û plana rûxandina Komara Îslamî hebû, niha hêviya wî ya herî mezin ew e ku Tengava Hurmizê li ber wî were vekirin. Hizbulaha Libnanê, Berxwedana Îraqê û Ensarulaha Yemenê niha ji her demê bihêztir in. Ew hêz surprîzên nû ji dijminên xwe re amade dikin.”
Amadekariya Şerê Bejahî
Serokê Parlamentoya Îranê li ser her îhtîmaleke êrişa bejahî hişyariyeke tund da Amerîkayê û ragihand: “Hêzên me li benda hatina leşkerên Amerîkayê ne da ku agir bi wan bixin. Amerîka û Îsraîl wisa difikirîn ku civaka Îranê dê piştî şer perçe perçe bibe lê gelê Îranê yek laş û 90 milyon can e û ji berê yekgirtîtir e. Dê welatê me tenê bi serkeftinê ji vî şerî derkeve. Em dê rê nedin ku dijmin bêyî çespandina desthilat û pêgeha Îranê ji şer vekişin.”










