🔴Serlêdanên 3’yemîn Pêşbirka Çîrokan a Hüseyin Deniz ku ji aliyê Şaxê Rihayê yê Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Eğitim Sen) ve tê organîzekirin, dest pê kirin. Pêşbirk bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) tê lidarxistin. Di pêşbirkê de ji bo mijarê (temayê) tu sînor tune ne, lê hat diyarkirin ku divê berhem herî zêde 10 rûpel bin. Her kes dikare bi tenê berhemekê heta 1’ê Gulanê tevlî bibe û berhemên ku di pêşbirkê de cih bigirin dê di pirtûkekê de werin berhevkirin. Encamên pêşbirkê dê di 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de werin eşkere kirin. Şertê sereke ew e ku berhemên têne şandin berê li tu derê nehatibin weşandin.
ENDAMÊN JURIYÊ
Berhemên bi Kurmancî dê ji aliyê juriya ku ji Dicle Deniz, A. Haşim Yetim, Mehmet Yıldız, Abdurrezak Dağ pêk tê; berhemên Kirmanckî jî dê ji aliyê Sefer Bakçi, Şahin Kükçü û Kafur Seçilmek ve werin nirxandin. Kesên ku dixwazin tevlî bibin divê çîrokên xwe bi agahiyên xwe yên ragihandinê ji navnîşana urfaegitimsen@hotmail.com re bişînin. Di pêşbirkê de ji bo kesên bibin yekem, duyem û sêyem dê xelat werin dayîn.
Sekreterê Perwerdeyê yê Şaxê Rihayê yê Eğitim Senê, Sinan Halat, bang li her kesî kir ku beşdarî pêşbirkê bibin. Halat diyar kir ku wan di du salên pêşîn de du pirtûk ji çîrokên hatine şandin çap kirine û îsal li bendê ne ku beşdarî hîn zêdetir bibe.
‘EM PARASTINA PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ DIKIN’
Halat bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê ji bo neteweyekê û got: “Em dixwazin gelê me zimanê xwe yê dayikê bide jiyandin. Ji ber ku zimanê dayikê hebûna neteweyekê ye; dîrok, çand û nirxên wê hildigire.”
Halat anî ziman ku ji ber ku Kurdî nabe zimanê perwerdeyê ew rastî zehmetiyên mezin tên û wiha berdewam kir: “Zehmetiyên ku me di roja pêşîn a dibistanê de dîtin hîn di bîra me de ne. Ez niha mamosteyê polê me. Li dibistana me xwendekarên Sûriyeyî hene. Ev xwendekar di dersa matematîkê de gelek serkeftî ne, lê di dersên ku giraniya wan bi Tirkî ye de nikarin serkeftinê bi dest bixin. Rewşa xwendekarên Kurd jî heman e. Em wek Eğitim Sen, diparêzin ku divê hemû gel bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin.”
HÜSEYİN DENİZ KÎ YE?
Nûçegihan û nivîskarê rojnameya Özgür Gündemê Hüseyin Deniz, di 9’ê Tebaxa 1992’an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hate qetilkirin. Deniz ku biraziyê zanayê Kurd Apê Mûsa (Musa Anter) bû, bi salan li Sîwereg û Nisêbînê mamostetî kir. Di dema derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de 3 salan di Girtîgeha Amedê de ma. Xebatên wî yên li ser ziman û folklora Kurdî yên ku di wan salan de dest pê kiribûn, paşê jî berdewam kirin. Di sala 1991’ê de pirtûka wî ya bi navê “Gotinên Pêşiyên Kurdan” hat weşandin.
Deniz endamê Yekîtiya Nivîskarên Navneteweyî PENê bû. Beriya Özgür Gündemê, di rojname û kovarên wekî Yeni Ülke, Cumhuriyet, 2000’e Doğru û Welat de nivîsên wî hatin weşandin. Piştî ku Özgür Gündemê di 31’ê Gulana 1992’an de dest bi weşanê kir, bû nûçegihanê Serêkaniyê. Di 9’ê Tebaxa 1992’an de di encama êrîşeke çekdarî de giran birîndar bû û roja din di riya Amedê de jiyana xwe ji dest da. Di ser mirina wî re 33 sal derbas bûn û her sal li ser gora xwe tê bibîranîn.
/Çavkanî: MA/










