Sererkanê Ugandayê Gef li Tirkiyeyê Xwarin: “Milyarek Dolar Nedin, Em Têkiliyan Dibirin”

CîhanNûçe

🔴NÛPEL – Sererkanê Ugandayê û kurê Serokdewlet Yoweri Museveni, Muhoozi Kainerugaba, bi daxuyaniyên xwe yên tund û balkêş rojeva navneteweyî hejand. Kainerugaba gef li Tirkiyeyê xwarin û diyar kir ku heger Enqere milyarek dolarî nede wan, ew ê têkiliyên xwe yên dîplomatîk qut bikin.

Ji Bo Îsraîlê 100 Hezar Leşker

Kainerugaba li ser hesabê xwe yê tora civakî piştgiriya xwe ya ji bo Îsraîlê ragihand û diyar kir ku ew amade ye ji bo parastina “Axa Pîroz” 100 hezar leşkerî seferber bike. Sererkanê Ugandayê ev biryara xwe bi nasnameya Xiristiyaniyê ve girêda û got:

“Ez amade me 100 hezar leşkerên Ugandayê li Îsraîlê seferber bikim. Ji bo parastina Axa Pîroz ku axa ezîzê me Îsa ye, em amade ne vê gavê biavêjin.”

“Pirsgirêka Sereke Tirkiye ye”

Di peyamên xwe de Kainerugaba bi taybetî Tirkiye kir armanc û rêveberiya Enqereyê wekî “pirsgirêka sereke” bi nav kir. Her çend wî hûrgiliyên li ser sedema vê aloziyê parve nekiribin jî, zimanekî gelekî tund bi kar anî û 30 roj dem da Tirkiyeyê.

Daxwaza Milyarek Dolarî

Sererkanê Ugandayê ji bo domandina diyalogê şertekî giran danî pêşiya Tirkiyeyê:

“Hîn berî ku em dest bi axaftinê jî bikin, em herî kêm milyarek dolarî ji Tirkiyeyê dixwazin. Heger ew pirsgirêkên me çareser nekin, em dê di nava 30 rojan de hemû pêywendiyên dîplomatîk bi dawî bikin.”

Bi Ayetên Încîlê Gef li Îranê Xwarin

Kainerugaba ne tenê Tirkiye, lê Îran jî kir hedef. Wî bi parvekirina ayeteke ji Încîlê (1. Samuel 17:45) bangî Îranê kir û got:

“Hûn bi şûr, bi rim û bi mertalan bi ser min de tên; lê ez bi navê Xwedayê Hêzan… bi ser we de têm!”

/Çavkanî: Rûdaw/

Îran Cenazeyên Girtiyên Hatine Îdamkirin Nade Malbatên Wan
Ji Yehya Omerî kitêbeke nû: Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha

Nûçeyên Sereke