Serokê Giştî PÎK ( Partiya Îslamiya Kirdistan) Hikmet Serbilind, êrişên li mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da…
Serbilind daxuyanî yen xwede wiha got:
” Em êrîşa drone ya terorîstî ya ji terefê Rejima mola li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçîrvan Barzanî li Dihokê, ya ku di 28ê Adarê 2026an de qewimî, bi tundî şermezar dikin.
Ev êrîş ne tenê gef li ser Serokê herema Kurdistanê birêz Nêçîrwan Barzanî ye, lê êrîşek rasterast e li ser mala hemû Kurda û aramiya Herêma Kurdistanê yê. Dijmin baş bizanibin hemû Kurd li pişt Serokê herema Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî, rêveberiya Herêmê û yekîtiya neteweyî ne. Êrîşên wiha yekîtiya me naşikînin, berevajî, berxwedan û biratiya me hîn qewîtir dikin.
Ger çikas jî ziyanên canî nebû be, lê ev kiryara kiret û qels nîşan dide ku Rejima Mola ya terorist û hevalbende wan dixwazin îstîqrara herêmê têk bibin. Em bang li hikûmeta federal a Iraqê, civaka navneteweyî û hemû hêzên dost dikin ku lêpirsînê bilez bikin, sûcdaran bidin ber edaletê û tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst bigirin da ku ev cure êrîş dubare nebin…”










