Li Ser Elektrîk û Gaza Xwezayî %25 Zam Hat Kirin

Nûçe

🔴Li Tirkiyeyê bi biryara EPDK’ê, ji bo elektrîk û gaza xwezayî zamên nû hatin ragihandin. Tarîfeyên nû dê ji 4’ê Nîsanê (sibê) pê ve di meriyetê de bin.

NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Saziya Birêvebirina Bazara Enerjiyê (EPDK), ragihand ku ji ber zêdebûna lêçûnên hilberîn û belavkirinê, di bihayên elektrîk û gaza xwezayî de guhertin çêbûne. Li gorî daxuyaniyê, herî zêde barê zamê li ser milê malbatan e.

Di Elektrîkê de Rêjeyên Zamê

EPDK’ê diyar kir ku ji bo komên cuda yên abonetiya elektrîkê, rêjeyên zamê bi vî rengî hatine diyarkirin:

Mesken (Mal): %25

Xizmetên Giştî û Taybet (Voltaja Nizm): %17,5

Pîşesazî (Voltaja Navîn): %5,8

Çalakiyên Çandiniyê: %24,8

Bi vê zamê re, aboneyekî meskenê yê ku 100 kWh elektrîk bikar tîne, êdî dê 323,8 TL drav bide.

Gaza Xwezayî û Sîstema Kademeyî

Di gaza xwezayî de jî bihayên ku ji aliyê BOTAŞ’ê ve hatine eşkere kirin, bi vî rengî bandorê li fatûreyan dikin:

Bikarhênerên Malan: Bi navînî %25 zam hat kirin.

Sanayî: Bi navînî %18,61 zêdebûn.

Santralên Hilberîna Elektrîkê: Bi navînî %19,42 zêdebûn.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo bikarhênerên malan, êdî “semana bihayê ya kademeyî” (li gorî mîqdara bikaranînê guhertina bihayê) dest pê dike.

Dîroka Meriyetê:

Hemû tarifeyên nû dê ji 4’ê Nîsana 2026’an pê ve derbasdar bin.

Van jî bibîne

 

Li Qoserê Cenazeyê Cemîle Ozkana 80 Salî Hat Dîtin
Ozgur Ozel sersaxî da malbata Figen Yuksekdag 

Nûçeyên Sereke