Walter Benjamin digot, “Heke faşîzm bi ser keve, wê mirî jî êdî ne di ewlehiyê da bin.” Min bi çavê serê xwe dîtin ku çawa ewlehiya miriyan xera kirin; goristan bombebaran kirin, hestiyên miriyan berhewa kirin, qotehestiyên wan kirin qutiyên mexzenîkê û bi rêya kargoyê bo dayîkên wan ên bêjiyan şandin.
Mirov li welatên şareza û modern, qutiyên mexzenîkê bo parastina xwarinê bi kar tînin. Carinan jî xwarina ji ber wan mayî dikin van qutiyan û dikin sarincokê da biparêzin. Li welatên şaristaniyê mirov li benda kargoyê dimînin da ku sîparîşên wan werin ber derî. Kuryeyên çermereş û genimreng li ser navê dikanên ku kî dizane li kûderê ne, bi bişirîneka mecbûrî spasiya bikirran dikin ji bo ku ew hilbijartine.
Dewleta Tirkan ewlehiya miriyên me bi bombeyan xera kir. Dewletên şareza û modern jî ew bombe firotin Tirkiyeyê. Yek ji wan Almanya bû.
Niha ez ê bi zimanê xwe tiştin bibêjim û di heman kêliyê da ew dê bi dengê wergera Almanî û Tirkî belav bibin. Gelo gulleya di hestiyê miriyên xewherimandî da dê biçinge?
Ji roja min dest bi dibistana Tirkî kir û vir da darek li ser serê min bû, min her siya darî didît; ku dixwest tiştan li gor xwediyê darî bibêjim. Zarokatî dixwaze bê hezkirin, tişta bixwaze bê hezkirin, wê tirsonek be. Nikarim hemû zarokatiya xwe reş bikim, lê dikarim bibêjim ku wê serî li ber serdestan tewand.
Lê dûv re min dest bi dijberiyekê kir da ku wek siyekê di nav zimanê serdest ango di nav zimanê serdestan da bigere. Lewre divê bibêjim ku ez ê ne li gor payîna ji min biaxivim. Ew qisûra zarokatiyê bû! Ka bêjim ez ê çi bêjim:
Pirsa Gayatri Chakravorty Spivakê li dar e: “Kêmhêz/medûn dikare biaxive?”
Bi raya min kêşe ne axaftin e. Spivaka xwedî sigorteyeka baş û akademîkên sterîl mirîyên formulên fonksiyonel in. Ev formul, hemû deriyan vedikin. Heke kêmhêz/medûn nikaribe biaxive, ez ê di şûna wî/wê da biaxivim! Îca bila kovarên akademik ên xwedî lijneyên ji hêjayan pêkhatî gotar li ser gotaran biweşînin. Bi vî awayî kêşeya kêmhêzan dê bê çareserkirin!
Em zêde dûr neçin. Karl Marksê reçeteya xelasiya hemû karker û neteweyên cîhanê di berîkê da, gotibû, “Ew nikarin xwe temsîl bikin, divê bên temsîlkirin.” Ev gotina “ronak”, niha jî siyekê li bin xwe çêdike. Êdî ne kêmhêz, lê yên ji nav kêmhêzan rabûyî, ku ji aliyê serdestan ve hatine onore kirin, li ser navê kêmhêzan diaxivin.
Spivak, bi devê xwe bêje na jî, li ser navê medûnên wekî xwe diaxive û ofîseka mişt bi bêhna pirtûkên bijarte peyda dike. Edward Wadie Saidê bo Terry Eagleton û Fredric Jameson digot “sofiyên înstîtuyan” jî ji zanîngeheka bijarte hat oxirkirin.
Spivak û Said, li ser navê medûnan axiftin û dengê wan dê heya cîhan hebe olan bide. Mînak in li ber çavên zanayên kêmhêzên nûgihaştî; didin zanîn ku heke em berendamên berdevkiya medûnan zimanekî çalak bibînin, em dikarin li ser navê medûnan biaxivin. Lê divê ew ziman, zimanê serdestan be.
Spivak profesora Engilîzî ye, Said jî. Herdu jî fîlologên Engilîzî ne. Ji bo medûn karibin tiştekî bo serdestan bêjin, divê bi zimanê serdestan biaxivin. Guhê serdestan giran e. Divê biçî ber guhê serdestan, bi zimanê wan û bi islûbeka çelwerî bêjî ku ew bi xwe nikarin zimanê xwe têxin kirasê heman islûbê.
Gelo ez jî bo heman tiştî ev qas zêde fêrî Tirkî bûm? Tirkiya min kevir diqelêşe, lê gava yek vê yekê dibêje pê acis dibim, li ber xwe dikevim.
Tirkiya min kar nekir ku li akademiya Tirkan bisitirim. Çar sal berê, nîvê şevekê ji zanîngehê hatim avêtin. Hatim darizandin ku cizayê dixwestin, heft sal û nîv bû. Sûc; daxwaza parastina ewlehiya miriyan bû.
Niha li zanîngeheka Rojavayê Ewropayê me, li ser navê helbestvanekî mezin hatiye damezrandin lê min heya niha nedît ku ne mamosteyek ne xwendekarek ji zanîngehê behsa helbestkarî kiriye. Tenê ez carina behsa wî dikim, ku digot, “Rojeka ku rûyê xwe tune çi ye, dişibe çi?” (Paul Valéry)
Kontrakta min, heke wek yekê maqûl tevbigerim, dê her sal bê nûkirin. Yanê wek Spivak û Said garantiya min tune. Serdestên Spivakê, balyozxaneyek û çend konsolosxane vekirin û welatê wê terikandin. Serdestên Saidî wek Misilmanan lê nekirin. Lê serdestên min ne yek û didu ne û her roj zêdetir di welatê min de bi cî dibin. Helbet mêzîna êşê tune, lê derenceyên medûniyetê hene. Dîsa jî nikarim bibim pisporê medûniyeta xwe. Lê germ nabim. Ne ku ji navên borî çêtir û zanatir im, lê ne li ser navê medûnan ne jî li ser navê xwe nikarim biaxivim. Ji hebûna xwe bi xwe bi fikar im, ne bawer im ku heme! Lê ev jiyana ez tê da gellek tişt ji min ve zelal kirin. Dikarim li ser van tiştan biaxivim. Ka ez mijarê li hev bînim: Helbesta Tirkî; siya faşîzmê li ser e.
Gava min bi Tirkî dinivîsî, di dilê min da valahiyek hebû. 25 salî bûm, min perûyeka helbestê wergirt. Çend meh şûn da salnameyeka helbestê derçû. Berhevkar wek estetê helbesta Tirkî dihat dîtin, helbesteka min jî hilbijartibû bo salnameye û bo min digot: “Selîm Temo ronahiyek e bo siberoja helbesta Tirkî!” Gava çav bi vê gotinê ketim, sar bûm.
Min dizanî ku çi heye di zimên da veşartî ye. Pey agahiyê ketim. Agahî derman e bo zanînê. Êdî dikarim bibêjim ku siya faşîzmê li ser kanona helbesta Tirkî ye. Lê ez ê ne bi zimanê ti serdestî, bi zimanê xwe bêjim. Wek nivîskarekî salek maye ji 50 saliya xwe ra, dikarim bibêjim ku dikarim ne li ser xwe, lê li ser serdestên xwe biaxivim.
Helbesta Tirkî ya klasîk wek hemû helbestên klasîk, bendeya patronajê ye. Bixwaze jî nikare tiştekî bo kesên li siberojê bibêje. Lê ya nû ku ji aliyê memûrên xwedî mohr, leşkerên sermilên xwe tije stêrk û waliyên fermandidest ve hat nivîsîn, angajeyê yekdengî û yekrengiyê ye. “Helbesta angaje”, bi taybetî di serdema neteweperestî û dugela neteweyî da berdestiya îdeolojiya avakêrê neteweyê kiriye. Şopên vê angajmanê di helbesta Tirkî da xurt in.
Roja pêşî bi krîzê dest pê dike ku em dikarin navekî lê deynin: Namık Kemal. Namık Kemal, ne navê kesayetekî ye, navê krîzê bi xwe ye. Di bin ramana Tirkî ya nûjen da, lê bi taybet di bin helbesta Tirkî da ev Namık Kemalê nexweş heye. Qesta min ji nexweşînê ne tiştekî saykolojîk e. Anomali dermanê afirîneriyê ye, heke baş bête bikaranîn. Lê Namık Kemal anomaliyeka xwe jî tune, bi zêdegoyî û xwe-înkarkirinê navdar e.
Di heman serdemê da du navên dî hebûn, dikaribûn wek avakêrên helbesta nû ya Tirkî bên diyarkirin: İbrahim Şinasî û Sadullah Paşa. Lê yê pêşî kozmopolît bû. Ew jî wek Charles Baudelaire bi harbûnê mir. Yê duyem, zêde pozîtîvîst bû, zêde empirîst bû. Wî jî xwe kuşt! Bi raya min hat kuştin, lê ciyê behsê ne ev der e. Bo herduyan jî “Kurdbûn” wek îddia tê gotin.
Dewleta Kemalîstan ji aliyê munkîran ve û bi slogana Spartayiyan hatibû ava kirin: “Serê têkûz li ser laşê têkûz e!” (Sağlam kafa sağlam vücutta bulunur.) Spastayiyan jî digotin me felsefe û kûrahî nevê; em canfîda û leşker in. Yanê, Namık Kemal derbî dewleta Kemalîstan bû.
Hêj di nivîsa xwe ya yekem ya li ser zimên da dest bi înkarê kiribû. 11ê Adara 1866an. Li ser rûpelên rojnameya Tasvir-i Efkârê ku Namık Kemal bi xwe diweşîne, navê nivîsa wî: “Lisan-ı Osmanînin Edebiyatı Hakkında Bazı Mülâhazatı Şamildir” (Li Ser Wêjeya Zimanê Osmanî Hin Hûrnêrînan Dihewîne). Paragrafa duyem, hevoka duyem: “Tirkîya me hêj zimanên Arnawidî û Lazî nedaye ji bîr kirin ku elfabeya xwe jî tunin.” (Türkçemiz henüz elifbası bile olmayan Arnavut ve Laz lisanlarını dahi unutturamamıştır”)
Ev gotin li gor nijadperestan e, lê tiştekî ji nijadperestiyê girantir heye li vir.
Em werin 1931ê. Pirtûka Kemalettin Şükrü ya bi navê Namık Kemal: Hayatı ve Eserleri (Namık Kemal: Jiyan û Berhemên Wî). Hema bêje hevoka yekem e: “Hin kesan di salên destpêka îlankirina Meşrûtiyetê da bo Kemalî gotine ku Arnawid e. Ev şaş e. Bi rastî ji ber ku xezûrê wî yê ji aliye dayîkê, ji ber ku xezûrê bavê wî Arnawid bûye, ev tişt hatiye îdiakirin, lê nijada mirovî ne ji dayîkê, lê ji xwîna bavî beylû dibe.” (Kemal’e meşrutiyetin ilânı senelerinde (Arnavut) diyenler olmuştur. Bu yanlıştır. Vakıâ anne cihetinden kayınpederinin, babasının kayınpederinin Arnavut olması itibariyle böyle bir iddiada bulunulmuş ise de, insanın ırkı annesi ile değil, babasının kanı ile malûm olur.)
Sê hevok in. Yek navincî, yek kurt û yek dirêj e. Di ya navincî da nivîskêr behsa îddiaya “hin” kesan dike. Di ya kurt da dibêje ev îddia şaş e. Di ya dirêj da serûbin dike. Pirs e: Gelo li vir xezûrê Namık Kemal, yan xezûrê bavê Namık Kemal Arnawid e? Nivîskar bêyî ku bêje “yanê”, bêhnokê dide ber û dibêje xezûrê bavê Namık Kemal Arnawid e. Xezûrê bavê Namık Kemal çiyê Namık Kemal e? Bapîrê wî ye. Yanê çi? Yanê diya Namık Kemal, Arnawid e. Yanê Namık Kemal gava yekem nivîsa xwe ya li ser zimên dinivîse, êrişî zimanê dayîka xwe dike!
Şairên bi Tirkî dinivîsandin, bi piranî ne Tirk bûn, lê pêşî zimanê dayîka xwe, yanê zarokatî, aîdiyet û şexsiyeta xwe li ber deriyê seraya helbesta Tirkî datanîn, îpela tazî diketin hundir û bi vê tazîtiya xwe dibûn helbestkarên Tirk û Tirkî.
Kesên destê xwe ji aîdiyeta xwe şûştin, diviya ji serdestan zêdetir neteweperestî bikin. Çawa civat û siyaseta yekdeng, li ser yekrûkirinê hatibû avakirin bû serdest, helbesta Tirkî jî bû serdest.
Hin kesan bi Kurdî dest bi karî kiribûn, lê gava berê xwe dan Tirkî, derencokên bi jor ve hildayî hatin pêşiya wan. Bo qisûra xwe ya berê bidin jibîrkirin, ji Tirkan zêdetir Tirkîtî kirin. Ziya Gökalp. Di pirtûka xwe ya bi navê Türkleşmek, İslâmlaşmak, Muâsırlaşmak (Tirkbûyîn, Îslambûyîn, Nûjenbûyîn) da mînak dide ji Müntahabât-ı Durûb-ı Emsal (Bijarteya Gotinên Pêşiyan) a Ahmet Vefik Paşayî ku çawa şehrî, yanê Stenbolî, Tirkan biçûk dikin: “Tirk gava li hespa xwe siwar dibe wisa lê tê ku bûye beg; Tirk çawa bizane cejn çi ye, bi qurtequrt dewê xwe vedixwe; Begîtî dane Tirko, pêşî bavê xwe kuştiye.” (Türk atına binince bey oldum sanır; Türk ne bilir bayramı, lâk lâk içer ayranı; Türk’ün aklı sonradan gelir; Türk’e beylik vermişler, iptidâ babasını öldürmüş.)
Pirtûka Ahmet Vefik Paşayî di sala 1852an da derçûbû. Zêde sal ser re neçûn, Tirkê di van gotinan da bû Kurd!
Ziya Gökalp. Faşîstê serdestê xwe. Piştî mirina wî bi 18 salan, dîroknasê wêjeya Tirkî Nihad Sami Banarlı, di heqê wî da nivîsek nivîsî ku digot: “Li gor agahiya me ji çavkaniyeka gellek têkûz wergirtiye, di destpêka xortaniya xwe da di têgihîştina xwe ya netewî da çewtiyek kiriye û we lê hatiye ku di rehên wî da xwîneka dî heye. Dûv re, gava lê dikole û ronahiyên mezin xuya dikin di têgihîştina wî ya neteweyî da, bandora têgihîştina wî ya berê gellek bandor dike li ser tûreya wî û radibe dixwaze çewtiya xwe bi berdana gulleyekê bo mejiyê xwe paqij bike.” (Çok sağlam bir kaynaktan edindiğimiz bilgiye göre, ilk gençlik yıllarında, milliyet anlayışında bir hatâya düşmüş, damarlarında bir başka kan bulunduğu vehmine kapılmıştı. Sonra, daha derin tedkiklere giriştiği ve milliyet anlayışında büyük aydınlıklar belirdiği zaman, bir evvelki anlayışının âsâbı üzerindeki te’sîri şiddetli olmuş ve hatâsını, beynine bir kurşun sıkarak temizlemeye kalkmıştı.) Ew “têgihîştina berê” ya kir ku Gökalp bo “paqijkirinê” bera serê xwe bide, Kurdbûn bû.
Helbestkarek bi navê Kemalettin Kamu, bi navê “Bingöl Çobanları” (Şivanên Çewligê) helbestek nivîsiye ku di kanona helbesta Tirkî da ye. Beşên Tirkolojiyê li zanîngehan, vê helbestê bi xwendekaran didin xwendin û her dipesinînin. Heta lutkeya Tirkolojiya li Tirkiyê, Mehmet Kaplan, bo vê helbestê weha dibêje: “({Helbestkar} Di ‘Şivanên Çewligê’ da mirovên Anadoliyî di nava rastiya jiyana wan bi xwe da dinirxîne. Ew ne rêwî yan jî biyanî ye, xwemaliyê van erdan e.” ({Şair} Bingöl Çobanları’nda Anadolu insanını kendi yaşayışı içinde ele alıyor. O, bir yolcu veya yabancı değil, bu toprakların yerlisidir.”) Lê ne şivan Çewligij e, ne personayê di helbestê da şivan e û ne Çewlig Anadol e.
Gotina “Ew nikarin xwe temsîl bikin, divê bên temsîlkirin” sivik e bo vê rastiyê. Ev temsîlkirina ji aliyê kanona helbesta Tirkî ve, girantir e ji qesta Marksî. Helbesta Tirkî wek dewleta Tirkan, ji Kurdan ra got “hûn tune ne!” Lê ev jî hêj ne tiştek e li ber asta dî. Rûyekî dî yê vê temsîlê heye. Kemalettin Kamu di nav da, gellek helbestkarên Tirk, wek wekîlên welayetên Kurdan hatin tayînkirin bêyî carek jî werin welatên temsil dikin! Kemalettin Kamu wekîlê Erzeromê bû, Yahya Kemal Beyatlı wekîlê Rihayê bû, Ahmet Hamdi Tanpınar wekîlê Mereşê bû… Qeyûmên pêşîn ên Komara Tirkiyê, helbestkar bûn!
Yek ji wan wekîlan, helbestkarê deriyê dewletê, Behçet Kemal Çağlar bû. Wekîlê Ezirganê, silaşorekê dewleta nû bû. Ji bo Mustafa Kemal Atatürk, mewlûdek nivîsîbû. Di 22yê Nîsana 1949an da, di kovara Şadırvanê da nivîsek weşand bi navê “İshak Paşa Minaresi’nden” (Ji Minareya Îshak Paşayî). Em di vir da fetha mekanî dibînin bê çawa dest datîne ser bîra civakî ya mêtîngehiyan. Minareya Îshak Paşa, di nav mizgefta di nav Seraya Îshak Paşayî da ye. Ev sera, navenda mîrektiyeka Kurd bû. Helbestkarê bavê ramana netewî ya Kurdan, Ehmedê Xanî, temambûna serayê nedît, lê helbestkar û dîplomatê vê serayê bû. Çağlar, 242 sal piştî mirina Xanî, wek fatihekê şûr di dest, ji minareyê hemû “welatê xwe” didît: “Heke hêza çavê ji şerefeya mizgeftê dinêre têr bike, wê bibîne ku hemû Anedol li ber lingên wê/wî raxistî ye … Minareya Bazîdê ew cî ye ku welatê makî bi temamî jê ve xuya ye… Zaroka xwe bibin Bazîdê, derêxin minareya Mizgefta Îshak Paşayî û welêt pê bidin temaşekirin. Ji vê minareyê ne filan deşt, ne bêvan şînkahî; welat bi xwe dixuye.” (Minarenin şerefesinden bakan gözün kuvveti yetse bütün Anadolu’yu altına serilmiş bulacaktır (…) İshakpaşa camiinin minaresi ana yurdun bütün olarak görüldüğü yerdir (…) Çocuğunuzu götürün Bayezit’e, İshakpaşa camiinin minaresine çıkarıp vatanı seyrettirin. Bu minareden ne şu düzlük, ne bu yeşillik; vatan görünür.)
Hin helbestkarên Kurd ê bi Tirkî dinivîsin jî, ber bi pêlên rengê nijadperestiyê tê da ketibûn. Yek ji wan Ahmed Arif e ku di dîroka helbesta Tirkî da kêm kes wek wî rûbirû mane bi zordariya dewletê. Ahmed Arif, nîv Tirman û nîv Kurd bû. Bi ruhê xwe ve, dikarim bêjim ku Kurd bû, li gor serdema xwe. Simbolên vê yekê dibêjin gellek in di helbesta wî da ku min li ser vê yekê heft nivîs weşandin.
Atmosfera helbesta Tirkî, her kesî mecbûrî xwe dike û bi ser xwe ve dubare dike. Di helbesteka Ahmed Arifî ya bi navê “Onur da Ağlar” (Rûmet jî Digirî) da ev riste bala mirovî dikêşin: “Ne eybek heye li ser eniya me / Ne xaçek veşartiye / Di binçenga me da / Me hez kir ji vî gelî / û ji vî welatî / Va ye sûcê me yê nebexş / Û tirsnak.” (Ne alnımızda bir ayıp / Ne koltuk altında / Saklı haçımız / Biz bu halkı sevdik / Ve bu ülkeyi / İşte bağışlanmaz / Korkunç suçumuz…)
Wateya gotina “Di binçenga me da xaçekê veşartî tune” çi ye? Yanê em ne kevne-Ermen in. Kevne-Ermen, bibin Misilman û Tirk jî, dîsa xaça xwe vedişêrin! Tirkbûna Ermenan, “xayîntî” û “konetî”ya wan ji holê ranake!
Mînaka dawîn, ji helbestkarekê pênûsşûr e: Orhan Şaik Gökyay. Helbestkar her di nav demê da digere. Ne hespa wî diweste, ne şûrê wî koh dibe. Lê hemû helbestkarên Tirkî yên nijadperest, aîdê serdema têkçûnê ne. Osmanî têk diçin. Hemû gelên bindest, yek bi yek serxwebûna xwe digrin dest. Yên di destê Osmaniyan da dimînin yan tên qelandin, yan ku hêza dewletê têr nake dest û lingên wan dikin qeydan. Lê di dil û hişê helbestkarên nijadperest ên Tirkî da, bîranînên serdestiyeka kevn hene.
Piraniya helbestkarên nijadperest ên Tirk, ji Balkanan in ku Gökyay jî yek ji wan e. Di helbesta bi navê “Üç Nehir” (Sê Çem) da vebêj li ser navê çeman diaxive û dibêje ku ev çem desthilatdariya Tirkan dixwazin. Lewre radibin, lewre şîlo ne û ax tînin bi xwe re: “Guman nekin ku tenê pelg tînin / Bi dizî ji dijmin ax tînin / Ava Meriçê alayan hildigre” (Sanmayın sadece yapraklar taşır, / Düşmandan gizlice topraklar taşır, / Meriç’in suları bayraklar taşır).
Sêzde sal berê, li Frankfurtê min metnek peşkeş kiribû bi navê “Mağdurun Edebiyatı, Edebiyatın Mağduru” (Wêjeya Mexdûran, Mexdûrên Wêjeyê). Li fuayeya hola panêlê pirtûkên di camekanan da dibişirîn. Bergên xwe vekirî bûn ku hin nivîskarên li esmanê xewnên min da difirrîn bi destnîşanên xwe yên serberdayî diberiqîn. Max Ernst, Max Horkheimer, Herbert Marcuse, Theodor Wiesengrund Adorno, çendên din û Bertolt Brechtê ji endamên Dibistana Frankfurtê re digot, “Lehengên romanên ku endamên Dibistana Frankfurtê diecibandin, niha bûne serhengên SSê.”
Reppîna postalên ruhê SSan tê ji helbesta Tirkî ya şêrîn li ber dilê akademiya Tirkiyeyê. Ew reppîn, sûd wergirtibû ji helbesta şerî ya Frensî û Almanî. Bi dehsalan bi heman dengî axift. Wî dengî di dilê akademiya Tirkî da olan da, lê li ser serê me teqiya. Bû mînak ku em karibin bêjin helbest ne ev e.
Helbest dikare bibe ayîneya tarîtiya di ruhê mirovî da. Ayîne di tariyê da tenê tariyê diteyisîne. Heya ev ayîne hebe, em ê helbestên xwe bo avê bibêjin.
(*) Ev gotar di 5ê Gulana 2021an de, li Konferansa “Rassismus in Bildung / Eğitimde Irkçılık mı?” (Nijadperestî di Perwerdehiyê da?) hat pêşkêşkirin ku ji aliyê Institute DINX û BoMoVo ve hatibû lidarxistin.










