Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê rê Qeyûm avêtîn

Kurdi

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand ku qeyûm avêtînê şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê…

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.

Li gorî daxuyaniyê, Parêzgarê Mêrdînê Tuncay Akkoyun li şûna Ahmet Turk hatiye tayînkirin.

Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk ji kar hatiye dûrxistin û Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp bûye qeyûm.

Her wiha Hevserokê Şaredariya Xelfetiyê Mehmet Karayilan ji kar hatiye dûrxistin û Qaymeqamê Xelfetiyê Hakan Başoglu bûye qeyûm.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk li ser tayînkirina qeyûm got, “Em qet milê xwe danaynin, em destûrê nadin ku îradeya gel were xespkirin.”

Paralementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîzê jî got:

“Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin ku piştî 8 salan bi îradeya gel hatibû standin.

Tayîkirina li şûna kesên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin li derveyî hiqûq, exlaq û demokrasiyê ye.

Rastiya ku ev desthilat bi salan e vîna gel nas nake bi polîtîkaya faşîst a qeyûman şênber bûye.

Em qeyûm qebûl nakin, em dê destûrê nedin xespê.”

 

/rd/

Van jî bibîne

 

HSDê operasyona ‘Ewlehiya Domdar’ li Kampa Holê destpê kir
Romana Kurdî û Rexne 1: Mehmet Uzun, Baz û Kevok, Eşqa Dilê Rezîl

Nûçeyên Sereke