Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê Vegeriya: Çav li Daxuyaniyê ne

Nûçe

🔴NÛPEL  – Şandeya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ya ku ji bo hevdîtinê çûbû Girava Îmraliyê, piştî temamkirina hevdîtina bi Abdullah Ocalan re vegeriya.

Şandeya ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk dihat, îro ji bo hevdîtineke girîng derbasî Girava Îmraliyê bibûn.

Hevdîtin bi Dawî bû

Li gorî agahiyên dawî, şandeyê piştî ku hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re bi dawî kir, ji giravê vegeriya. Ev serdan di demekê de pêk hat ku rojeva siyasî ya li ser mijara Kurd û pêvajoyên muhtemel germ e.

Dê Daxuyaniyek Bê Dayîn

Tê payîn ku şandeya DEM Partiyê di demeke nêz de derbarê naveroka hevdîtinê û peyamên ku hatine girtin de daxuyaniyeke berfireh ji raya giştî re parve bike.

Van jî bibîne

 

Li Farqînê Kevneşopiya Sedsalan: Şahiya Serhivde bi Coş Dest Pê Kir
Dr. Nezend Begîxanî bi sê berhemên xwe beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Parîsê dibe

Nûçeyên Sereke