Salih Muslim jiyana xwe ji dest da

Nûçe

🔴 NAVENDA NÛÇEYANYek ji navên pêşeng ên siyaseta Kurd û serokên polîtîk ên Rojava, endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim koça dawî kir.

Hat ragihandin ku Salih Muslimê 75 salî, yê ku ev demeke bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû bû, li nexweşxaneyeke Hewlêrê ya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest daye.

Kurê Salih Muslim, Amed Muslim, di daxuyaniyekê de ji bo Rûdawê diyar kir ku bavê wî beriya demeke kurt li Nexweşxaneya Meryem Ana ya li taxa Enkawa ya Hewlêrê wefat kiriye.

Demeke Dirêj bi Nexweşiya Gurçikan re Têkoşiya

Amed Muslim derbarê rewşa tenduristiya bavê xwe de agahî dan û destnîşan kir ku Salih Muslim demeke dirêj bû bi nexweşiya kêmasiya gurçikan re têkoşîn dida.

Muslim, ku ev demeke li nexweşxaneyên Silêmaniyê dihat diyalkirin, piştî ku rewşa wî giran bû, beriya hefteyekê sewqî Nexweşxaneya Maryamana ya Hewlêrê hatibû kirin.

Derbarê bernameya merasîma cenaze û veşartinê de jî kurê wî da zanîn ku cenazeyê bavê wî wê sibê saet 08:00an de ji Hewlêrê ber bi Rojava ve bê oxirkirin û li bajarê wî Kobanê bê veşartin.

Salih Muslim kî ye?

Salih Muslim di sala 1951ê de li Kobanê ji dayik bû. Wî bi salan di siyaseta Kurd de roleke çalak lîst û piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê, di pêvajoyên siyasî yên Rojava de bû yek ji navên herî pêşeng. Muslim serdemekê Hevserokatiya PYDê jî kiribû.

Van jî bibîne

 

Aramê Elegezê: Hestiyê pişta Rojhilata Navîn
Li Birca Ben û Senê bi Pêşengiya Jinan Newroz Hat Pîrozkirin

Nûçeyên Sereke