🔴NÛPEL – Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel li seyraneke ku bi wesîleya rojbûna Rêberê PKKê hatibû lidarxistin de hate desteserkirin.
Li navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel jî di nav de 4 kes, li seyraneke ku bi wesîleya rojbûna Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin de hatin biçavkirin.
Ji berê sibehê ve gelek jin, zarok û ciwan ji bo seyranê çûn berava deryayê. Tevî dorpêça polîsan jî welatiyan li berava deryayê sifreyên xwe danîn.
Lê belê piştî demekê polîsan midaxeleyî seyranê kir û li gelek kesan dan.
Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sebahat Tuncel jî di nav de 4 kes hatin binçavkirin.
Di dema midaxaleyê de polîsan pê li sifreyên ku hatibûn danîn kir.
Ji ber tundiya polîsan zarokên li qadê tirsiyan û giriyan.
Piştî ku welatiyan bertekeke tund nîşanî vê rewşê da, hêzên ewlehiyê neçar man ku ji qadê vekişin.









