Ronî Riha: Ez û Hemşan

KurdiNîvîskar

Li kolanek nenas ya bajarekî xerîbistanekê rûniştimim. Ez û Hemşanê nin. Hemşan jî wek min ev çendakek e ji axa dê û bavan reviyaye û wek penaberke per û perîşan xwe avîtiye dexl û dawên duwêlên eşnebî. 

Li derek nenas em du kes in. Ber bayê felekê ketinin. Ez û wê… Em li kesekî digerin, kesekî ji qewmê xwe… Lewma li vir em li hev hêwirînin. Hemşan carna ji bîra dike ku li ku ye. Hîn cixara di nav bêçiyê wê de neqedyaye, yeke din vêdixe. Cixarê ji cixarê vêdixe û kûrkûr hilm dike. Xumam xwe li rûyê wê dipêçe. Nerînên wê bi dixana cixara wê re difire. Bê deng dimînim. Ji xewn û xeyalan şiyar nakim. Bala xwe didimê.  Di halê wê de li rastiya halê xwe diqelibim. Di nerînên wê de weletakî bê ser û bin, lê çar perçe, di bin ling û siya dagirkeran de heciqiye dibînim. Welatekî bi navê xwe Kurdistan… Welatekî di kaxiz û xarîtan de bê cîh û nav maye. Welatekî hew di sînga sêwiyên xwe de dikale… 

Hemşana dildara ax û ava xwe jinek çav şîn, por sor, rû kej e.  Mirov dibe qey ji sed dê û bavan ve keçek Ewrûpayî ye. Lê ronîkên çavên wê li nasnameya wê mikurtê. Hemşan her kude here nerînên wê her Kurd in. 

Piştî çendakî kin dîsa bi xwe tê û dibêje, “Te herî dawiyê çi digot?”

Ne hew ew, ez jî ji bîra dikim ku herî dawiyê min çi gotibû.

Çendakî kin em herdu jî bê deng dimînin. 

Ya stûna konê bê dengiyê dişkîne wek her car dîsa Hemşan e. Berê roniyên çavê wê diçirûse û pêre gepên wê yên sorgewez dimizice. Bi kenekî temen kin û şûn û şahî tevlihev, “Tê bîra te, te got dayika min digot kûçik bi kurman namre. Ez dibêm qey em Kurd jî wûsa ne… Ev êş, elem, kuştin, ferman hatiba serê kîjan kevirî, nuha hêrifîba.” 

Piştî van hevokan Hemşan heman kenî dîsa li wecê xwe bar dike û dibêje, “Lê wek dayika te got: Kûçik bi kurman namre…”

Ez gotinê jê digrim û dibêjim, “Yanî tu dibêje, Kurd bê arin lewma bi êşê namrin?”

Hemşan dîsa bi rûyekî rengken bersuvê dide, “Kurd bi êşê namrin, lêbelê dîn dibin. Û haya wan ji wan nîne ku dîn bûnin. Ma mirin ji vê mirinê mazintir heye?”

Çendakî kin, bê sewt dimînim. Nizanim çi bersuvê bidim Hemşanê. Herî dawiyê ev gotin xwe li zimanê min bar dike, “Xwuyaye tu dibêje Kurd bi saxî ketinin gorê…”  

Carna ew û carna ez, em li telefona xwe dinerin. Saet şeşê êvarê hewceye ew here qampa xwe. Ya na, wê şevê li derve derbas bike. Wek kesên bêmal, wê li kolanan razê. Demsal destpêka payîz ê ye, kuçe û kolanên Ewrûpa sar in. Ez jî pêvîste di saet hefta de li gara tirênê hazir bim. Piştî rêwîtiyakek dirêj xwe bigihînim welatê Swîsre, bajarê Zürichê. Ji tirêna min re sê, ji girtina deriyê qampa Hemşanê re jî du saet maye. Zeman wek hespekî serî ji siwar stendiye. Nayê zeftê, bi xar û lez dibohire. Zeman siyê dixe ser şêwirê… Ez qahwakek din dixwazim, Hemşan jî Cappuccinoyak din.

Çendakî kin xebatkarê qafeteryê qahwa min û Cappuccinoya Hemşanê di dest de, tê maseya me. Bi Almaniyakek şikestî, “Qahpeçîno ya kê ye?” dibêje. Ez û Hemşan li hev dinerin û dimizicin. Hemşan xwe nagre û dibêje, “Îjar “Qahpeçîno” ji me kêm bû. Em berê bûnin saz, soserat ji me kêm bû.” 

Gotina Cappuccino ya di devê xebatkarê kafeteryayê de wergeriyabû Qahpeçîno zor bela me da hêlekê û em dîsa vegeriyan ser şêwra xwe.

Hemşan sêvdaya ax û ava xwe ye. Bê navber bahsa Wanê dike. Pesnê xweşkbûna xwezaya wê dide. 

-Sîpanê xelatê li qiraxa bahra Wanê bilindî ezmanan dibe. Herçar demsal serê wê bi berf e… 

Min xwe negirt û ez ketim navberê. 

-Sîpan nêr e, lewra tu nikare wek ‘wê’ bide nasîn. Hewceye tu bibêje ‘wî’. 

Hemşanê piştî “temam, ka bihêle ez ji te re bahsa Wana xwe bikim. Hegir carek din min navê çiyayê Sîpan bi kar anî, bi soz ezê bibêjim ‘wî’, got û pêre, dîsa axaftina xwe berdewam kir. 

-Zivistanê qotê wî xwuya nake. Bi mij û boranê tê pêçandin. Lêbelê havînê, serê wî ber çav e. Pak û bedew e. Mirov dibê qey xêliyakek spî li xwe kiriye. Her çiqwas roj lê dixe, ew her hewqas diçirûse, dibiriqe. Bi şewq e, bi şemal e. Hele şevên havînê… Mirov têr nabe ku lê binere.

Hergî Hemşan bahsa bedewbûna ax û olka xwe dikir, ew payîza li ser rûyê wê, dews û dor dida buharbihuştekê. Şehbayekî hênik li biskên wê yên şê radibû. Gul û kulîlkên nazik û nazelîn li sor gepên wê di çiryan. Hemşan dibû şahar bilbila seherê, bi gotinê diçû welatê xwe… Welatê destê wê jê hatibû qutkirin û dilê wê lê şax û bax dabû. Bi sewtek nerm û sersem, dûr û dirêj qal û bahsa Wana xwe kir. 

Piştî wê navber da salixdayina bedewbûna Wanê û çiyayê Sîpanê, vê carê min dest bi pesnê Qerejdaxê kir. Hîn min bahsa xwezaya Qerejdaxê dikir, lê kesekî bêmal yê cil û bergên wî rizyayî, ser û berê wî di qilêrê de wenda bûbû û mirov nikarîbû rengê eyarê wî kifş bikra, li hemberî me xwarin ji nav sergo diniqand, bang dikir. Bi dengê wî re bala Hemşanê çûbû ser wî. Min gotina xwe di nîvîde hîşt û berê li kes û pêre li Hemşanê mêze kir. 

Çavên wê di kes de cit bûbûn. Min fam kir ku dengê min nabihîze. Lewma çendakî bê deng mam. Çavê min li bala wê, bala wê jî li kesê bêmal bû. Kortikên çavên wê xumam girtibûn. Xuya bû ne hew li kes, li halê wî jî dinerî. Halê wî yê nexwuyayî didît… Halê wî jî wek çermê rûyê wî qermox girtibû. Ne hew di bin toz û tebarê de…

Kes perçakek nan ji sergo girt û berê xwe da kolanek din… Ez û Hemşan bi tenê man. 

-Ronî tu zane çi ket bîra min?

-Wexta ez hatim Ewrûpa, ew qaçaxçiyên ez pê hatim perê min ji min stend û ez li Xirvatîstanê berdam. Sê rojan bê nan û nixêm li kolanan digeriyam. Ji bo fam nebe ku ez biyanî û penaberim, min xwe li dîntiyê û li lalbûnê danîbû. Ji xwe bi ti zimanên biyanî jî min nizanî bû. Ma minê ziman çi bikra… Her êvar ji bo razanê dema min berê xwe dida gara otobozan û her weha her sibê dema ez ji garê derdiketim, ez di ber aşxaneyak mirîşkên biraştî çêdikirin re derbas dibûm. Sê roja, rojê du caran… Her çuqas bi xwesteka xwe min xwe li dîntî û li laltiyê danî bû jî, lê bi haweyakî rastî, ji birçîna ez dîn û lal bûbûm êdî. Dîsa jî min fedî dikir ku herim hundur û xwarinê bixwazim. Herî dawiyê min fediya xwe jî wek zimanê xwe lal kir û ez derbasî hundurê aşxanê bûm. De ne min wek lalan xwe nîşan dida, lê bi hemû zimanên bedena xwe min birçîbûn û neçeriya xwe anî ziman, ji bo parîkek nan. Aşxana sê roja û rojê du caran ez di ber re derbas dibûm û min fedî dikir ku gezek nan jê bixwazim, di saniyakê de go “na” û bera min da. Ez qewitandim. Berî heft salan têkevim zindanê, heft rojan di îkencê de mabûm. Lê tu bawer bike canê min hewqas neêşya bû. Ew roj û ev roj hîn goştê mirîşkê bi devê min nebûye.   

Hemşan vegeriya qampa xwe. Ez jî ketim trêna xwe. Nuha di rê de me. Ji xerîbistaneke din bervî xerîbistanek din diherim. Rê li ber min diqelişe. Dar û devî dilerizin. Tiştên li pêş min yek bi yek, bi lez li paş min dimînin. Lez zemên serûbin dike. Tîrêjên roja li ber ava, li pê xwe soreyakê dihêle û ji ezmanê şîn xatir dixwazin. Ji serma diricfiim. Bextê Hemşanê di xwe werdidim. Di bin siya nerînen wê yên bi xumam re, teslîmî êvarek tarî dibim. Di kortik û newalên çavên min de çemekî avşor dizê. Pêl bi pêl têwerî şaxên çenga min dibe. 

Can bûye nerînên Hemşanê, xatir dixwaze ji cesedê min. Bê gor û kefen dimrim. 

 

Van jî bibîne

 

Selim Temo: Vekuştin li Kurdistanê
Li Rojhilatê Kurdistanê 4 kes hatin girtin

Nûçeyên Sereke