Rojnameger Nilgun Mete: Serokatiya Çand û Cemxaneyan Mekanîzmaya Asîmîlasyonê ye

Nûçe

🔴NÛPEL – Rojnameger Nilgun Mete xebatên Serokatiya Çand û Cemxaneyan a Alewî-Bektaşiyan rexne kir û diyar kir ku ev saziya di bin banê dewletê de hatiye avakirin, ne ji bo xizmeta Alewiyan, lê wekî “navendeke asîmîlasyonê” hatiye karkirin.

Rojnameger Nilgun Mete di nirxandina xwe ya derbarê pêvajoya Serokatiya Çand û Cemxaneyan a Alewî-Bektaşiyan de, ku ji aliyê civaka Alewî ve wekî “Diyaneta Alewiyan” tê pênasekirin, bal kişand ser nakokiyên di nav saziyê de û dûrbûna wê ya ji daxwazên civakê.

“Di Destan de Sifir: Çar Sal û Valahî”

Mete bi bîr xist ku ev sazî di 9’ê Mijdara 2022’an de bi biryarnameya Serokkomariyê hatiye avakirin û di nava çar salan de sê serok guhertine. Mete got: “Dema em li vê pêvajoyê dinêrin, ji bo bawerî û civaka Alewî tiştek nehatiye kirin. Encam xîçeke mezin û di destan de sifir heye.”

“Cemxane Nayên Nasîn, Cudahî Berdewam Dike”

Nilgun Mete destnîşan kir ku pirsgirêka herî bingehîn a Alewiyan statuya cemxaneyan e. Mete wiha axivî:

“Hîn jî ji cemxaneyan re dibêjin ‘tesîsên çandî’. Mizgeft, dêr û sînagog wekî îbadethane tên qebûlkirin, lê cemxane nayên qebûlkirin. Nexwe we ev serokatî ji bo çi ava kir? Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û dadgehên bilind hene ku dibêjin cudakarî li dijî Alewiyan tê kirin, lê dewlet vana piştguh dike.”

“Civaka Alewî Vê Saziyê Qebûl Nekir”

Mete diyar kir ku federasyon û saziyên Alewiyan ên li Tirkiye û Ewropayê ji roja ewil ve helwesteke zelal nîşan dane û ev sazî wekî “navenda asîmîlasyonê” pênase kirine. Mete anî ziman ku kesên di serokatiya vê saziyê de ne, her çend Alewî bin jî, ji xeta civakê dûr in û nêzî xeta îqtidarê ne.

“Dibe ku Bê Girtin”

Rojnameger Nilgun Mete di dawiya nirxandina xwe de bal kişand ser paşeroja saziyê û got:

“Civaka Alewî vê yapiyê qebûl nake. Di nav saziyê de jî tenê şerê ‘kursiyan’ heye. Ji ber ku naxebite û civak lê xwedî dernakeve, dibe ku di nêz de were betalkirin. Ger were girtin jî, dê navendeke asîmîlasyonê ji holê rabe.”

/Çavkanî: Pirha/

Van jî bibîne

 

Melenia cara yekem li ser dosyeya Epstein axivî
Serokê Konseya Têkiliyên Derve yê Îranê Kemal Harrazî Jiyana Xwe Ji Dest Da

Nûçeyên Sereke