🔴NAVENDA NÛÇEYAN – Li navçeya Altınözü ya Hatayê, di roja yekem a cejnê de di navbera du malbatên cîran de ji ber zarokan nîqaş derket û ev nîqaş veguherî şerekî dijwar. Di bûyerê de 3 kesan (ku yek jê jin e) jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.
Bûyer duh li taxa Keskincikê qewimî. Li gorî îdiayan, nîqaşa ku ji ber zarokan di navbera du malbatên cîran de dest pê kiribû, bi tevlêbûna xizmên her du aliyan mezin bû. Di şer de çek, kêr, kevir û dar hatin bikaranîn û tax veguherî qada şer.
Bi destwerdana cendirmeyan alî ji hev hatin dûrxistin.
25 kesên ku birîndar bibûn rakirin nexweşxaneyan.
Hat ragihandin ku ji birîndaran 3 kesan (yek jê jin) jiyana xwe ji dest daye.
Tedawiya 22 kesên din hîn jî berdewam dike.
Hêzên cendirmeyê li taxê tedbîrên berfireh girtine û di çarçoveya lêpirsînê de 6 kes hatine binçavkirin.










