Rojavaya Kurdistane di destpêka xwe de heta vêga di nav civaka Kurdan de; hem aliye sosyolojiye de hem aliye leşkeri de di hiş û dilê mîlete me de astengiyan şikand û hilûhûr kir. Ev şikestin li gor hin endamên Dem partiye tiştek wek sosret were ser ziman û hişê wan jî di nav Kurdan de geşbûnek, hêviyek li dar xist. Wek di risteyên Cegerxwîn de bi hêma ya “morîstang” gelê Kurd wehşiyan da seknandin. Ev şikestin pîroz bû û li ser rûye xêrnexwazan de wek şimakek kir çingeçing. Rojava her tim bo Kurdan deriye roja teng û dengê bû, kîjan Kurd serî bi dagirkeran va êşand berê xwe de binxetê. Rojava bo Kurdan cihê star û hewandine bû, ware li xwe vegerandine, mikur bûne bû. Gelek keç û xortên Kurdan û dostên wan li war û wergeha Rojavaye bin gor bû. bo rûmeta xwe bo pêşeroja azad canên xwe fedakirin û wek fedaîyan bênavber li hemberî çeteyan şer kirin. wek şervanek Rojavayî digot, em henin… em! Ew hebûn hê jî bi hemû erk û nirxa xwe li ser lîngan in.
Bi hezaran heta bi mîlyonan Kurd bo azadî û serbestbûna xwe bi şer û pevçûnên dijwar ji mal û baxçeyên xwe bûn. Azadî ne tiştek bû, her tişt bû û lê me qet tama wê hîs nekiribû. Carek ew tam li ser zimanê Rojavayiyan geriya bû û tiştek çawaye kêm zede jiya bûn êdî dev jê berdan ne mimkun bû. Ev hêza têkoşîne ji wir feyz û ferasedê girt û red kirina koletiye rêya koçberiye bo gel veke jî, car din hew koletî, gotin. Li Efrîne bi hezaran dare me dizîn. Dizê sereke devleta tirkan bû, piştre Ewropî bûn şîrekên diziya wan. Darê zeytûnan ku bi hezar sal in li ser axa Kurdistane dijîn bi hovanî ji axa xwe hatin rakirin. Hêvîdarim ew darên pîroz ew ê li ser ti axî şîn nebin û fekiyên wan her û her telh û temasarkî bin. Çanda ku li ser axa Rojava xwe parastiye û heta roja me xwe ajotiye, bi keda hezar salan rabûye û gelek gelan û medeniyetan jî li pişt xwe jî hiştiye, vêga di destên hov ên Asyaya Navîn de perçe bi perçe tê talan kirine. Dijminatiya hovên Asyaya Navîn dijminatiyek bêbav û kîret e, dijminatiya wan ne tenê însan kuştine û talana war û wargehan ne, wek tijêkên xwe yê çeteyan dijmine mirovahiye û nirxên wan in.
Ne zanin çand çiye ne zanin medeniyet çiye. Hov in û ew ê her û her hov bimînin. Sebiyan dikujin, gundan dişewîtinin, qetlîaman pêktînin. Li Cîzîre ciwanan zindî bi zindî qetîl kirin, Deh salan carek ev devleta hov û xweynxwar, xweyna Kurdan dirjine û dimije. Zimane Kurdan xwestiye tine bike, bo tovên netewbûne di hişê gel de geş nebe û bo pêşva neçe leystik li ser leystikan dan ser dîke. Famîlyaya Cengiz Çiçekan wek dijmin difikrin û tovên netewbûne acîs in, îhbar dikin. Lê ne familyaya Cengizan ne jî şîrekên wan ew ê nikaribin asteng bivin. Altan Tanê ku kar û xebatên wî aparatiye ew ê jî sernekeve. Yekîtiya Kurdan ew ê li ser eniya wan bike şingînî. Heta vêga serkeftiyek qimsî jî destxistine, lê herema herî biçûk yên Kurdistana Rojavaya bi berxwedêriya xwe ev serkeftine kir bin pîyên xwe.
Mêtingerên Kurdistane gelek Kurdan kir bin kontrola xwe û li ser navên wan operasyonên pîskolojîk birêva bir. Bi rastî gelek cihan de serketin, Kurdan ji hev qetandin, nîfak û dijmintiye di navbera wan de avakirin. Dagirkerên welat dersa xwe ya wehşete ji xwediyên xwe ye Ewropî baş standan dibûn û di rêç wan de ji wan behtir bi bêehlaqî wiya meşandin. Destgirtina Kurdan di destpêke de di partiyên Kurdan de xwe da xuyakirin, li gor xwe dîzayn kirin, aparatên xwe yê veşartî kirin rûye partiyên Kurdan. Bo wan ev ne bes bû, di nav partiyên wan de jî Kurdên teslîmkar hatin ser dîke. Yanî ji wan re tenê Kurd kokenlî hewce bû. Mînakên wan her dem henin, rû biguhêre jî her tim ji xwe re kole û bêîrade dîtin. Kurdên ku li hemberî wan teslîm nebûn ya hatin kuştin yan jî di zindanên wan de hatin pasîfîze kirin. Kurd li kû bi cihbûn ev hovên bêehlaq li wir bi cihbûn. Bi sîxurên xwe ketin nav Kurdan û yekîtiya wan asteng kirin, hişên tevlîhev avakirin.
Îro tiştên ku li ser medyaya civakî tên meşandin wersîyona sî sal berê bû. Bi dem û serdeme re xwe entegre kirin. Do bavên wan li ser çiyayên welat cehştiya dagirkeran dikirin îro sebî û nêviyên wan li ser medyaya civakî ev kar dimeşînin. Lê çaxê meseleya hebûn û nebûne tê ber derîye Kurd, wê gave radibin ser lîngan û li hemberî dijmin dengên xwe bilind dikin. Kurdên xwefîroş çiqas hebin li hemberî wan jî ji wan zedêtir Kurdên xwedî xîret û şerefe jî henin. Îspata wê ev çend hefteye ku Kurdên xwedî xîret li ser qadan dimeşîn. Dijmin heta roja dawî ew ê dijminatiya xwe bidomîne, nasekne çimkî hebûna wê li ser ev dijminatiya hov rabûye. Ger dev ji dijminatiya xwe berde ew ê hebûna xwe înkar bike, ji xwezaya wê re tiştek berevajî ye.
Lê Kurd ne tenê di çeper û sîberan de bên ba hevûdin, bi hemû rengên xwe ye cuda li ser maseyek li ba hevûdin kom bivin, ew ê dijmin ji dev ji dijminatiya xwe berde, yanî ew ê neçar bimîne û bi te re têkîliyê deyn e. Bav û kalên ev gelî têkoşîna xwe dan û serneketin û kedera me di destên hov û bêehlaqan da ma, vêga bi yekgirtî û yekîtiye ev kedera ku ji me re hatiye ferman kirin em dikarin perçe perçe bikin. Derfetên ku li pêşiya me ne, ne wisa bi rihetî ket destan, bi berdelên mezin û giran, bi xweyna şehîd û têkoşerên xîret derket meydane, keda xebatkarên azadiye bi tenê yekgirtî û yekîtiya me dikare biparêze. Ziman di van kêlî û pêvajoye de gelek mihime, zimanê me îspata hebûna me ye, ev ar û arzuya yekîtiye bi zimanê gel dibe were geşkirin, welatparêzên vî gelî û siyasetmedarên Kurdan li ser zimanê xwe siyaseta xwe bimeşînin bersivek xurte ji dijmin re. Êş û keserên xwe, hêvî û daxwazên xwe bi zimanê me yî ku têra her tiştî dike, dibe ku were ser dîke.
Armanca dijmin di esase xwe de şîbandina xwe ye, dibe bindest wek min bimeşîn, wek min bifikrin, wek min vexwin û bixwin, wek min tevbigerin. Ev jî di ziman de destpêdike. Ger têkoşîna me bi zimanê wan were meşandin ew ê lîngek me di nav çale dabe. Daxwaz û hêviya me ji rêveberên Kurdan ev e, bi zimanê me yê hêja meseleya me ya azadiye dibe were ser dîke. Ger ji xware em bandora xurt bimeşînin ew ê yên jorê –rêveberên Kurdan- serî bitewînin. Bingeha yekîtiye li ser ziman tê sazkirin û xurt kirin. Di rih û hiş de Kurd hatin ba hevûdin lê di ziman û kerhatina wê de kêm û qels in, heta ku ji deste me bê di her qadî de zimanê ku tê bikaranîn zimanê me be ew ê bandorek hêja li ser civakê bihêle. Hest û hêviyên me bi zimanê kurdî behtir xwedî wateye. Cehşên ku li ser hesabên xwe êrişê yekîtiya Kurdan dikin bi zimane dijmin tevdigerin, ger bersivek me hebe bila bi zimanê me were ser sehneye. Berteka hêja ev tevgirtine li hemberî dijminan û aparatên wan.
Nivîskarên me û rewşênbirên vî gelî hê jî bi zimanên dagirker bikartînin. Di vê de ew kesên hêja gelek kar dikeve ser milên wan û bide ku însîyatîf bigrin û bi zimane xwe nêrîn û tespîtên xwe bikin. Rihê ku li derdora Rojava kom bûye, bi ziman ew ê çeperên wê zedêtir xurt bive. Ev tevgirtina pîroz ne konfor û lûksê, hewcedariyekê, pêwîstiya wê weka nan û av e. Bi deh hezaran Kurd li ser qada civakî mixabin postên xwe bi zimanên din diavêjin, qet nebû di van wextên dijwar de bi zimanê xwe nêrîn û rexneyên xwe weynin ser ziman ew ê wek zincire bi hev re biherike. Daxwaza me ji Kurdên xwedî xîret û rêberên wan yekîtiya hişî û rihî bi ziman were xemîlandin ew ê wate û giraniya wê tesîra gelek be. Hêvî û rîceya me ji Kurdan li her der denge zimanê xwe bigihînin guhê dijmin û têjikên wan…









