Rob Jetten: Serokwezîrê Herî Ciwan ê Ewropayê û Dostê Kurdan Dest bi Kar Kir

CîhanNûçe

🔴Di qada siyaseta Ewropa û Rojhilata Navîn de rûpelek nû vedibe. Rob Jetten, ku wekî serokwezîrê herî ciwan di dîroka Holandayê û Yekîtiya Ewropayê (YE) de tê naskirin, beriya sê hefteyan kabîneya xwe ya nû ragihand. Jetten di demekê de dest bi kar dike ku rageşiya li herêmê, bi taybetî nakokiyên navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê, gihîştine lûtkeyê.

“Aştî Bêyî Kurdan Pêknaye”

Serokwezîr Jetten di daxuyaniya xwe ya yekem a derbarê siyaseta derve de, bal kişand ser girîngiya hevpeymanên herêmî û parastina serweriya wan. Jetten diyar kir ku aştiyeke mayînde li Rojhilata Navîn pêknaye eger maf û asayîşa komên ku di şerê dijî DAIŞê de herî zêde piştgirî dane Rojavayê, neyên parastin. Tê zanîn ku mebesta Jetten ji van hêzan, Pêşmerge û şervanên Kurd in.

Parêzvanekî Berê yê Kurdistanê

Rob Jetten ne siyasetmedarekî nû ye ku piştgiriya Kurdan dike. Ew di dema parlamenterî û wezîrtiya xwe de jî bi helwestên xwe yên pro-Kurdistan dihat naskirin:

• Sala 2019an: Di televîzyona dewletê de rola Kurdan a di têkbirina xîlafeta DAIŞê de wekî “rola sereke” pênase kiribû.

• Êrişên Tirkiyeyê: Dema Tirkiyeyê êrişî Rojavayê Kurdistanê kir, Jetten Ewropa rexne kir ku li dijî van êrişan bêdeng mane.

• Rexne li Rojava: Jetten rexne li Amerîka û Ewropayê girt ku xwediyê stratejiyeke hevpar a demdirêj nîn in ji bo parastina Kurdan.

Ji Sporvaniyê Ber bi Serokwezîriyê: “Robot Jetten”

Çîroka jiyana Jetten bi serkeftinên bilez dagirtî ye. Her çend wî dixwest bibe sporvanekî bazdanê, ji ber pirsgirêkên tenduristiya dil (niha bi amûreke piştgiriyê dijî) berê xwe da zanista hikûmdariyê li Zanîngeha Radboud.

Di nav siyasetê de ji ber xebata wî ya bêrawestan û dîsîplîna wî, hevrikên wî nasnavê “Robot Jetten” lê kirine. Jetten di 31 saliya xwe de bû serokê fraksiyona partiya Demokratên 66 (D66) û di sala 2025an de, piştî hilbijartinên pêşwext, partiya xwe ber bi serkeftinê ve bir.

Serokwezîrekî bi Nasnameyeke Eşkere

Rob Jetten di heman demê de yekemîn serokwezîrê Holandayê ye ku bi awayekî fermî ragihandiye ku ew hevzayend (gay) e. Tê payîn ku ew bi lîstikvanê hokiyê yê Arjantînî, Nicolas Keenan re hevsertiyê bike. Ev yek di civaka Holandayê de wekî gaveke nû ya di warê azadiyên medenî û wekheviya zayendî de tê dîtin.

/Çavkanî: Rûdaw/

 

 

Van jî bibîne

 

10 roj in Rojhilata Navîn dikele
Li Amedê di veguhestina giştî de dema nû: Protokol hat îmzekirin

Nûçeyên Sereke