Rewşenbîrê Çol û Çiyan: Resûlê Mala Zelo

Nîvîskar

🔴Resûlê Mala Zelo, li hemberî serdema postmodern û jiyana wê kesekî îsyankar bû. Sedema behskirin û nivîsandina jiyana wî jî ev xal e.

Çîroka Navê Wî

Resûl, ji malbateke koka xwe ji gundê Husênikê ya ser bi navçeya Licê ya Amedê bû. Malbata wî bi kemarnasî û resenîya xwe malbateke Kurd û Kurdewar e. Bavkalê wan ê herî mezin navê wî Resûl bû û jê re Resûlê Beza dihat gotin.

Resûlê Beza, di xortaniya xwe de mêrxasekî pir jêhatî bû. Di dema xela û birçîbûnê de li dijî zordestiya beg û mîran, talan, dizî û şelandinê serî rakiribû. Piştî Resûlê Beza, neviyekî (torinekî) wî çêdibe û navê wî jî dikin Resûl. Ev Resûl jî demeke dirêj li gundê Husênikê keyatiyê dike û bi navê Resûl Keya tê naskirin.

Piştî Resûl Keya, neviyekî wî çêdibe û navê wî jî dikin Resûl; lê mixabin nexweşî lê peyda dibe û di zarokatiya xwe de diçe ser dilovaniya xwe. Yek ji birayên Resûlê Biçûk, Hesen (Hesenê Mala Zelo), navê Resûl li kurê xwe datîne. Di çanda Kurdan de jiyandina navê bav û kalan kevneşopiyeke taybet e û heta dinya hebe ev çand dê bidome.

Çîroka Wî

Ev çîroka ku ez ê behs bikim, a Resûlê Mala Zelo ye, ango ya Resûl Korkut e. Resûl di jiyana mirovahiyê de tenê nimûneyek e; bi sedan kesayetên wekî wî hene ku hewceyî behskirinê ne.

Resûl di sala 1961an de li gundekî kevnar û dîrokî hatiye dinyayê. Navê vî gundî yê dîrokî Qulî ye, navê wî yê din Husênik e û girêdayî navçeya Licê ya Amedê ye. Resûl heta 12 saliya xwe li gundê Husênikê dijî û piştre malbata wî koçî bajarê Edeneyê dike.

Dibistana seretayî heta 12 saliya xwe li gundê cîran, Pîrikê dixwîne. Ya navîn li navçeya Şemrexa Mêrdînê û lîseyê jî li Lîseya Pertevniyal a Stenbolê diqedîne. Piştî lîseyê, Beşa Bijîşkiyê (TIB) di rêza yekem de qezenc dike.

Resûl xwedî ramanekî kûr û zekayeke tûj bû. Bi vê zeka û ramana xwe ya pêşverû û şoreşgerî, li dibistanê û li derdora xwe bala her kesî dikşand ser xwe. Resûl di dema xwendinê de li Stenbolê li mala xwarzayê bavkalê xwe dima. Malbata wan ji malbata navdar a Mala Hecî Ûsivê Licê ne (ev malbat di heman demê de malbata şaredarê berê yê Licê, Nazmî Balkaş e).

Dibistana bilind bi alîkarî û di bin hîmayeya wan de dixwend. Di wan deman de fikra şoreşgerî li Stenbolê pêşketî bû û li ser her kesî bandor dikir. Fikr û ramanên şoreşgerî li ser wî jî bandoreke mezin çêkiribû. Bi xebatkarî, zîrekî, wêrekî û zekaya xwe derdora xwe ditirsand. Van hêlên wî yên derasayî, di dilê neyaran de dibûn sedema tirs û fikarê; lewma dijberên wî yên îdeolojîk hewl didan li dijî wî tedbîran bigirin.

Bavê Resûl (Hesenê Mala Zelo) digot: “Piştî ku dibistan qedand, diviyabû karê leşkeriyê paş bixista. Ji bo vê serî li şubeya leşkeriyê da, lê serlêdana wî nehat qebûlkirin û ew birin leşkeriyê.”

Leşkeriya xwe li bajarê Îzmîrê kir. Çi hatibe serê wî, di leşkeriyê de hatiye. Di vî warî de çend spekulasyon hene:

1. Tê gotin ku di leşkeriyê de bi hinceta nexweşiyê derzî lê dane û piştî wê derziyê di jiyana wî de guhertineke sedî sed çêbûye.

2. Tê gotin ku ji ber têkiliyên bi jinên biyanî re ev nexweşî lê peyda bûye.

3. Îdiayeke din jî ew e ku piştî derbeya 12ê Îlonê û şikandina xeyalên şoreşgeran, wî li hemberî jiyana kaotîk a metropolan trawmayeke mezin derbas kiriye.

Dibe ku yek ji van rast be, an jî dibe ku her sê jî di kêliyeke jiyanê de rast bin. Lê encam naguhere: Encam, xerabûna tenduristiya ruhî ya mirovekî ye.

Bi rastî Resûl ne mirovekî dîn bû û ne jî kêm-aqil bû. Di dibistanê û di jiyana asayî de tu kesî nedikarî di nîqaş û munazereyan de serî bi wî re derxista. Ev yek dibû sedema hesûdiyê, lê di heman demê de dibû sedema tirsê jî.

Divê ev jî bê zanîn ku di leşkeriyê de serbazekî Tirk miseletî wî dibe. Ev jî îdiaya “derziya bi mîkrob” a di leşkeriyê de xurt dike. Jixwe di kontrolên gelek doktoran de jî rastî vîruseke nenas hatibûn. Ango di laşê wî de vîrusek hatibû tespîtkirin, lê ka ew vîrus çi bû, piştî çend salan hat naskirin. Ev vîrus di tevgerên wî de dibû sedema nêzîkatiyên nevrotîk. Di milê jiyanê de ew pir bi guman û weswese kiribû.

Piştî vê nexweşiyê, jiyana bajar û metropolan ji bo Resûl bûbû wekî zindanê. Li bajaran qet nedikarî bisekine; ji civakê û mirovan direviya. Lê divê ev rastî jî bê zanîn: Resûl li dijî jiyana postmodern bû. Wî di gundê xwe de jiyaneke xwezayî dîtibû. Saf, paqij, bêderew û bêdurû bû. Xapandin û li erdê hiştin di jiyana wî de tune bûn.

Di jiyana wî de rêhevaltî û dostaniya bêbedel hebû. Lê di wan bajarên qerase û kaotîk de ruh û hestên wî êdî neditebitîn. Lewma di temenekî zû de bû mixalifê pergalê, ew qebûl nekir û wekî îsyankarekî li dij rawestiya. Jixwe ev sekin û nêzîkatiya wî bû sedema vîrusdayîna laşê wî.

Piştî ku tenduristiya wî ya ruhî lê giran bû, nema li Stenbolê ma û di sala 1986an de vegeriya gund. Malbata wî li wir bû, lê wî xwe vedikişand. Piştî demekê malbata wî jî mecbûr ma vegeriya ser axa bav û kalan.

Axaftina Resûl bi mirovan re pir kurt bû. Carinan bi xwe diçû cem mirovan û guh dida xeberdanên wan, lê ev pir kêm bû. Bi piranî dûrî mirovan disekinî. Resûl di mal de nedisekinî. Wekî “zavayê çol û yabanan” bi şev û roj li çolan bû. Di demsalên germ de li cihên vekirî radiza; cihê wî ne diyar bû, êvar li ku bibûya li wir radiza.

Di demsalên sar de ev rewş diguherî. Çend cihên wî yên diyar hebûn; ew jî “xincîkên” (stargehên piçûk) di nava rezan de bûn. Li wir agir dadida, livînên xwe radixist û radiza. Resûl tu caran li cihekî tenê nedima. Gund bi gund, navçe bi navçe û bajar bi bajar digeriya. Bi piranî gund û navçeyên çiyayî hildibijartin. Carinan diçû herêmên dûr ên Botan û Serhedê. Bi taybetî li herêmên Licê, Pasûr, Hênê, Farqîn û Hezroyê tu kesê ku wî nas nedikir tune bû.

Ne dîn bû, lê ji ber vê rewşê mirovan ew wekî “dîn” didît. Lê dînekî hezkirî û sempatîk; dînekî ku ji mirovan re dibû çare. Lewma her kesî jê hez dikir. Ji ber ku Resûl xwendekarê tenduristiyê bû, ji gelek giyayan derman çêdikirin û ji nexweşiyan fêm dikir.

Di dawiyê de, di Adara 2010an de li Enqereyê, çeteyên faşîst êrişî wî dikin û bi vê hincetê tê binçavkirin. Di binçavan de îşkenceyê lê dikin û xwîn diçe hundirê wî (xwînrêjiya navxweyî). Di 17ê Adara 2010an de li nezaretxaneyê jiyana xwe ji dest dide.

Dema mirov van xalan hemû tîne ber hev, tenê rastiyek derdikeve holê: Bêtehamuliya li dijî Kurdan. Ev bêtehamulî bi hezaran sal in li her qada jiyanê berdewam dike. Divê em bi vê bîr û baweriyê, wekî nirxên neteweyî xwedî li kesên wekî Resûl derkevin û bizanibin ku: “Dînekî me, ji hezar aqilmendên xelkê çêtir e.”

Spasdarî: Di amadekirina vê gotarê de keda hêja Rêzdar Hasan Harranî jî heye; spas ji bo wî.

/Mordem Zel/

 

 

 

Van jî bibîne

 

Mirina Helbestvan…
Ocalan: Em ê bi mezinkirina hêza xwe çareseriyê pêş bixin

Nûçeyên Sereke