🔴Navenda Nûçeyan – Tenê di nav çend salan de, nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn bû şahidê veguhertineke dramatîk. Weliahtê Erebistana Siûdî Muhemmed bîn Selman ku carekê Rêberê Olî yê Îranê Elî Xameneyî wekî “Hîtlerê nû yê herêmê” bi nav kiribû û li dijî her cure nermbûna li hemberî Îranê hişyariyên tund dabûn, stratejiya xwe ber bi lihevkirineke dîrokî ya bi Tehranê re guherandibû. Lê belê niha, perdeyeke mijê ya stûr bi ser vê lihevkirinê de girtiye û “tirsa herî mezin” dibe rastî.
Du hefte piştî êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê, Tehranê bersivên xwe arasteyî Erebistana Siûdî û cîranên xwe yên Kendavê kir. Di êrîşan de bingehên leşkerî yên DYA yên li ser xaka Qiraltiyê, Balyozxaneya DYA ya li Riyadê, rafîneriya stratejîk a “Ras Tanura” û zeviya petrolê ya “Şeybe” bûn hedef. Ev geşedan ne tenê gefeke ewlehiyê ye, di heman demê de derbeyeke kujer e li ser “îstîkrara” ku bingeha projeyên aborî yên mezin ên Bîn Selman e.
“Ev tişta herî dawî bû ku wî dixwest”
Profesorê Lêkolînên Rojhilata Nêzîk ê Zanîngeha Princetonê Bernard Haykel, ku bi Weliaht Muhemmed bîn Selman re di peywendiyeke nêzîk de ye, ji rojnameya Financial Times re ragihand: “Ev tişta herî dawî bû ku wî dixwest. Ew îstîkrar û nîzamê dixwaze, ne jîngehek ku fuzeyên û dron li dora wî difiriyan. Wî ev yek bi ti awayî nediwest.”
Li gorî Haykel, Weliaht ji bo ku Erebistana Siûdî ji her pevçûneke leşkerî ya di navbera Îran û DYA’yê de dûr bixe, her hewldanek nîşan dabû. Lê niha, îmaja Erebistana Siûdî ya wekî “bendereke ewle” ji bo veberhênan û tûrîzmê di bin metirsiyê de ye. Betalkirina pêşbaziyên Formula 1 ku biryar bû li Erebistana Siûdî û Behreynê bên kirin, wekî sînyaleke xeternak a vekişîna veberhênerên biyanî tê dîtin.
Aramco û aboriya cîhanê li ber birka karesatê ne
Fikar ne tenê bi sînorên Erebistana Siûdî ve sînordar in. CEOyê şîrketa enerjiyê ya dêw “Aramco” Emîn Nasir hişyariyeke tund da û got: “Ev krîz krîza herî mezin e ku pîşesaziya petrol û gazê ya herêmê heta niha pê re rû bi rû maye.” Nasir balê dikişîne ser wê yekê ku eger şer dirêj bike, encamên wê ji bo aboriya cîhanê dê bibin “karesat”.
Paşveçûna “Vîzyon 2030”
Rêveberê Îcra yê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Eurasia Groupê, Firas Maksad diyar dike ku ev pevçûn derbeyeke mezin e li projeya “Vîzyon 2030”. Maksad got: “Jixwe ji armancên xwe dûr ketibûn, niha neçar in bala xwe bidin ser tiştên din. Ew ê neçar bimînin ku lêçûnên xwe ber bi parastinê ve bibe.”
Daweka jeopolîtîk û meseleya “qedandina kar”
Ji bo lîderên Kendavê, serdema heyî bûye serdema “hilbijartina ya herî kêm xirab di nav xiraban de”. Ji aliyekî ve ji kaosê ditirsin, ji aliyê din ve fikar dikin ku eger Donald Trump êrîşan rawestîne, Îran dê wekî “rejîmeke birîndar û radîkaltir” bimîne.
Çavkaniyek nêzîkî navendên biryardanê yên li Riyadê diyar dike ku Erebistana Siûdî naxwaze rejîm li Îranê biguhere, berevajî vê, “Komareke Îslamî ya qelskirî” dixwaze. Firas Maksad balê dikişîne ser xaleke hesas; ew dibêje ku hinek welatên herêmê niha dixwazin Trump “karê xwe biqedîne” û kapasîteya avêtina fuzeyên û dronan a Îranê bi temamî tune bike, her çend berdêla wê ya demkî hebe jî.
Yemen: Eniyeke din a xeterê
Tirseke din a Riyadê jî ew e ku Hûsiyên Yemenî, yên ku ji sala 2022an ve di agirbesteke hesas de ne, ji nû ve tevlî şer bibin. Profesorê Têkiliyên Navneteweyî Ezîz Alghashian diyar dike ku nerahatiyeke mezin heye ku Erebistana Siûdî bibe qurbaniya şerekî ku ji aliyê Netanyahû û DYA’yê ve hatiye destpêkirin.
Dîplomasiya di bin agir de
Tevî êrîşan, Erebistana Siûdî berê xwe daye hevpeymanên xwe yên din ên herêmî. Wezîrê Derve yê Pakistanê Ishaq Dar ragihand ku li ser bingeha peymana parastinê ya di navbera Riyad û Îslamabadê de, wan hişyariyeke tund dane Tehranê.
Niha Erebistana Siûdî bi azmûneke dîrokî re rû bi rû ye. Pirsiyara mezin ev e: Gelo Muhemmed bîn Selman dikare keştiya “Vîzyon 2030” ji vê bahozê rizgar bike, an fuzeyên Tehranê dê xewnên aborî yên prens jî bişewitînin?
/Çavkanî: Rûdaw/










