Qurbaniyên Komkujiya Helebçeyê Tên Bibîranîn: Divê bi Sûcê Radestkirina Qirkirinê re Rûbirûbûn Hebe

Nûçe

🔴Di 38emîn salvegera êrişa kîmyayî ya ku rejîma Iraqê ya serdema Saddam Husên di 16ê Adara 1988an de biribû ser Helebceyê de, serokên Herêma Kurdistanê bi peyaman qurbanî bi bîr anîn. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku ev êriş sûcekî jenosîdê ye û hat diyarkirin ku divê Iraq qerebûya qurbaniyan bide û berpirsyariyên xwe bîne cih.

Mesûd Barzanî: “Helebce, li dijî gelê Kurdistanê zulmeke mezin bû”

Mesûd Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku êrişa kîmyayî ya li ser Helebceyê, zulmeke gelekî mezin bû ku li dijî gelê Kurdistanê hatibû kirin.

Serokê KDPê Barzanî di peyama xwe de ev îfade bikar anîn:

“Bombebaran kirina kîmyewî ya Helebçeyê, zulmeke gelek mezin bû ku li dijî gelê Kurdistanê hatibû kirin. Li tu derê cîhanê dewletekê li dijî welatiyên xwe çekên kîmyewî bikar neaniye û qirkirin pêk neaniye. Lê belê li Iraqê ev sûcê mezin li dijî gelê Kurdistanê hate kirin.”

Mesûd Barzani bal kişand ser wê yekê ku piştî vê sûcê hov, hîn jî li Iraqê derdorên şovenîst hene ku li dijî mafên gelê Kurd derdikevin û wiha got:

“Sûcê Helebçeyê û hemû sûcên ku di paşerojê de hatine kirin, li ser milê Iraqê berpirsiyariyeke dîrokî û hiqûqî ye. Divê dewleta Iraqê tezmînatê bide gelê Kurdistanê.”

Barzanî di dawiya peyama xwe de şehîdên Helebçeyê û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn: “Bi vê boneyê, em ruhên pak ên şehîdên Helebçeyê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz bi bîr tînin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî: “Helebçe Sûcekî li Dijî Mirovatiyê ye”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji ber salvegera 38an peyamek weşand û şehîdên Helebçeyê bi rêz û minet bi bîr anîn. Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku êrişa rejîma wê demê ya Iraqê ya di 16’ê Adara 1988’an de, dê di dirêjahiya dîrokê de wek birineke vekirî bimîne:

“Em şehîdên bêguneh ên Helebçeyê bi rêz û rûmet bi bîr tînin. Ev karesata ku di 16ê Adara 1988an de ji aliyê rejîma wê demê ya Iraqê ve li dijî gelê Kurdistanê hatî kirin, dê di hafizeya netewe de her dem wek birineke vekirî bimîne.”

Barzanî anî ziman ku êrişa Helebçeyê ne tenê hewldanek ji bo tunekirina Kurdan bû, di heman demê de sûcekî li dijî mirovatiyê bû:

“Helebçe ne tenê hewldanek ji bo tunekirina fîzîkî ya Kurdan bû. Di heman demê de sûcekî li dijî mirovatiyê û êrişeke hov bû li dijî vîna gelekî ku azadiyê dixwaze.”

Nêçîrvan Barzanî bang li hikûmeta Iraqê kir ku biryara Dadgeha Bilind a Ceza ya Iraqê ya ku Helebçe wek “jenosîd” (qirkirin) nas kiriye bi cih bîne û tezmînatê bide qurbaniyan. Her wiha bang li aliyên Kurdistanî kir ku di vê serdemê de bi yekîtî û piştgirî destkeftiyan biparêzin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: “Helebçe Yek ji Birînên Herî Kûr ên Dîroka Kurdistanê ye”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya salvegera 38an de got:

“Di salvegera 38an a bombebarana kîmyewî û komkujiya Helebçeyê de, em şehîdên bêguneh ên vê karesata mezin bi rêz û rûmet bi bîr tînin. Ev êriş hewldaneke qirkirinê bû ku armanca wê tunekirina gelê Kurdistanê bû.”

Barzanî diyar kir ku Helebçe sembola zulma li dijî gelê Kurd e û destnîşan kir ku divê ev sûc ne ji bîra gelê Kurdistanê û ne jî ji bîra mirovatiyê derkeve.

Serokwezîr Barzani anî ziman ku destkeftiyên îro yên Herêma Kurdistanê berhema xwîna şehîdan e û got:

“Divê hikûmeta federal berpirsiyariya xwe ya destûrî û hiqûqî bi cih bîne; malbatên şehîdên Helebçeyê, qurbaniyên Enfalê û hemû qurbaniyên din ên rejîma berê ya Iraqê bi awayekî guncav tezmîn bike.”

/Çavkanî: Rûdaw/

 

 

Van jî bibîne

 

Di Salvegera Komkujiya Helepçeyê de Banga Yekîtiyê: “Heta Em Nebin Yek, Dê Qetlîam Bidomin”
Donald Trump: Me hêza leşkerî ya Îranê têk biriye

Nûçeyên Sereke