🔴NÛPEL – Serokê Parlamentoya Îranê, Mihemed Baqir Qalîbaf, piştî xistina balafireke şer a Amerîkayê ji aliyê Îranê ve, daxuyaniyên tund û bi qerf (henek) da. Qalîbaf diyar kir ku hemû planên Washington û Tel Avîvê yên li dijî Îranê hilweşiyane.
Ji “Guherîna Rejîmê” Ber Bi “Lêgerîna Pîlot” Ve
Mihemed Baqir Qalîbaf li ser hesabê xwe yê tora civakî X’ê peyamek parve kir û bal kişand ser guherîna stratejiya Amerîkayê. Qalîbaf destnîşan kir ku armanca sereke ya Amerîka û Îsraîlê “guherîna rejîmê” bû, lê niha ew ketine rewşeke wisa ku tenê li pîlotên xwe digerin.
Qalîbaf bi awayekî qerfî got:
“Stratejiya Amerîkayê niha bûye gerîna li pîlotekî. Dibêjin: ‘Ji kerema xwe re, kesek dikare pîlotên me bibîne?’ We çi bipêşketineke ecêb bi dest xistiye. Bi rastî jî hûn gelekî jêhatî ne.”
Piştrastkirina Ji Aliyê Qesra Spî Ve
Piştî ku Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan balafireke Amerîkayê xistiye, rayedarên Amerîkî jî nûçe piştrast kirin. Qesra Spî ji tora medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Serokê Amerîkayê li ser rûdana xistina balafirê bi awayekî fermî hatiye agahdarkirin.
Pîlot Hatiye Dîtin
Li gorî nûçeya malpera Axios, pîlotê balafira ku li asmanê Îranê hatibû xistin, di encama operasyoneke taybet a hêzên Amerîkayê de hatiye dîtin û rizgarkirin.
Ev bûyer di demekê de tê ku rageşiya leşkerî û siyasî ya di navbera Tehran û Washingtonê de gihîştiye asta herî bilind.










