Pulûrî axivîn: Şer em westandin, bila dewlet soza xwe bi cih bîne, aştî dereng nekeve

Nûçe

🔴DERSÎM (Nûpel) – Welatiyên Pulûrê derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku berdewam dike de axivîn. Welatiyan daxwazên xwe yên aştî, demokrasî û azadiyê anîn ziman û diyar kirin ku divê dewlet bêyî sersaxî û oyalankirinê gavan bihavêje û entegrasyona demokratîk pêk bîne.

Pêvajoya aştiyê ya ku di mehên dawî yên sala 2024’an de bi banga Devlet Bahçelî dest pê kir û bi bersiva erênî ya Abdullah Ocalan ve guherî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”, hê jî di nava civakê de bersiva xwe ya pratîkî nedîtiye.

Welatiyên Pulûrê daxwaz dikin ku di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de gavên berbiçav werin avêtin: “Em êdî ne şer, aştiyê dixwazin; divê dewlet sozên xwe bi cih bîne, divê daxwazên gel werin pêşwazîkirin.”

“Mirov ji şer pir kişandin, êdî bila aştî bibe”

Kumru Kandil a ku derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de axivî, diyar kir ku ew êdî şer naxwazin û got: “Em êdî aştiyê dixwazin. Em dixwazin di welatê me de tiştên xweş çêbibin.” Kandil wiha dewam kir:

“Gelek xirabî hatin jiyîn û me hemû dîtin. Em li vir ji sala 94an ve şer dijîn û dibînin. Mirovan pir kişand. Gelek ciwan mirin. Êdî şer sekinî. Kes namire lê ji bo ku careke din dest pê neke divê gav werin avêtin. Bila dewlet gavê bihavêje, êdî bes e.”

Kandil da zanîn ku zehmetî û xirabiyên ku dîtine bêhejmar in û ji ber vê yekê aştiyê dixwazin.

“Pêvajoya aştiyê ji bo hemû gelê me xwedî girîngiyeke jiyanî ye”

Keseke din a ku nirxandinên xwe li ser pêvajoya aştiyê kir Sevgi Erenler bû. Erenler destnîşan kir ku pêvajo ne tenê ji bo beşên diyarkirî, ji bo her kesê li welat dijî krîtîk e. Erenler got ku aştî bi rastî têkoşîneke dijwar û biha dixwaze: “Gelek heval û hogirên me yên ku rastî neheqiyê hatine hene. Li hundur girtiyên me yên nexweş hene. Ji vê pêvajoyê bendewariyên me yên cidî hene.”

Erenler anî ziman ku dewlet nêzîkatiyeke wisa nîşan dide ku pêvajoyê dirêj bike û got: “Me bersiva pirsên xwe hîn negirtiye. Em dixwazin sozên hatine dayîn werin girtin û daxwazên gelê me werin bicihanîn. Ev pêvajoya aştiyê li ser navê hemû gelê me pir girîng e.”

Erenler behsa daxwazên gelê Dersîmê jî kir û diyar kir ku ew dixwazin xweza azad bibe, maden û projeyên HESê werin sekinandin: “Axên Dersîmê ji bo me hemûyan pir bi qîmet in; bawerî û çanda me nîşan dide. Ava me, heywanên me, xwezaya me pîroz e. Divê plan û projeyên li ser vê axê bi temamî ji gelê xwe re werin hiştin.”

“Aliyê dewletê heta niha ji bo aştiyê gav neavêtiye”

Zeynel Ornek jî dema ku li Tirkiyeyê nîqaşên pêvajoya aştî û demokratîkbûnê berdewam dikin, rexneyên tund li hukûmetê girtin. Ornek destnîşan kir ku divê dewlet rabirdûyê bi bîr bîne û baweriya gel qezenc bike. Ornek diyar kir ku sal û nîvek e gaveke berbiçav nehatiye avêtin û got:

“Serokkomarê welat heta îro peyvek jî negotiye. Devlet Bahçelî diaxive lê berpirsiyariyê nagire ser xwe. Daxwaza gel li holê ye; divê rapora Komîsyona Aştî û Biratiyê were sepandin. Divê biryarên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn bikevin meriyetê.”

Örnek bal kişand ser navên girtî û nexweş, bi bîr xist ku navên wekî Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag hîn di girtîgehê de ne û got: “Derbarê nirxên demokratîk de tiştek nehat kirin. Aştî bêyî azadî û demokrasiyê nabe. Bi operasyonên li ser şaredariyan hewl didin dîktatoriya xwe veşêrin.”

Örnek di dawiya axaftina xwe de got, “Aştî hêviyek e, hêvî ji bo mirov mecbûriyet e.”

/Çavkanî: Pîrha/

Van jî bibîne

 

Tîma Voleybola Jinan a Oz Kayapınar Sporê Ber bi Şampiyoniyê ve Dibeze
Zêdetirî 20 dronan li asmanê Hewlêrê hatin şikandin

Nûçeyên Sereke