Projeya JES’ê ya li Gimgimê çû dadgehê: Daxwaza rawestandina lezgîn!

NûçeXweza

🔴GIMGIM (Nûpel) – Projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku tê xwestin li gundê Xwarikê yê navçeya Gimgima Mûşê bê çêkirin, hat birin darizandinê. Parêzer Bariş Yildirim li ser navê Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê û gundiyan, ji bo rawestandina projeyê serî li Dadgeha Îdareyê ya Çewlîgê da.

Şîrketa bi navê IGNIS H2 Enerji Üretim A.Ş. ku navenda wê Amerîka ye, piştî pejirandina Walîtiya Mûşê plan dike ku di meha gulanê de dest bi xebatên sondajê bike. Lê belê şêniyên herêmê û parastvanên xwezayê bi fikar in ku ev proje dê bibe sedema karesateke ekolojîk.

‘Agahî ji gel hatine veşartin’

Di daxwaznameya ku pêşkêşî dadgehê hat kirin de hat diyarkirin ku der barê projeyê de agahiyên pêwîst nedane gel û ev yek bi serê xwe li dijî hiqûqê ye. Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku projeya navborî dê encamên “nayên telafîkirin” bi xwe re bîne.

Zirarên li ser sewalkarî û çandiniyê

Parêzer Bariş Yildirim bal kişand ser dewlemendiya flora û faunaya herêmê û ev xal rêz kirin:

Parastina Heywanan: Herêma projeyê cihê jiyana pezkovî, bizinkoviyên çengelstî, berazên kovî û vaşakan e ku li gorî peymanên navneteweyî (Peymana Bernê) di bin parastinê de ne.

Aboriya Herêmê: Li herêmê mêşvaniyeke xurt, sewalkarî û çandinî tê kirin. Guherîna ekosistemê dê derbeke giran li van çalakiyan bixe.

Çavkaniyên Avê: Bi pêkanîna vê projeyê re, avên bin erdê û yên li ser rûyê erdê dê bibin rewşeke ku neyên bikaranîn.

Metirsiya Erdhejê û Bermayiyên Kîmyewî

Di daxwaznameyê de hişyarî hat dayîn ku herêma sondajê li ser xala hevbirîna xetên şikestekên (fay) Bakurê Anadoluyê û Rojhilatê Anadoluyê ye. Hat gotin ku xebatên sondajê dikarin tevgerên sîsmîk bidin destpêkirin û xetereya erdhejê zêde bikin. Her wiha hat destnîşankirin ku kîmyewiyên di dema sondajê de derdikevin, dê jîngehê jehrî bikin.

Ji ber van sedeman, Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê (Varto Ekoloji Platformu) daxwaz dike ku dadgeh biryara “rawestandina meşandinê” bide û projeyê bi temamî betal bike.

/Çavkanî: MA/

Van jî bibîne

 

Giyaya bi “Sîngê Kewê” û “Qorcê Xezalê”: Şeqşeqok
Nêçîrvan Barzanî û General Kevin Lambert Civiyan: Hevkariya Dijî DAIŞê Berdewam Dike

Nûçeyên Sereke