🔴Nûpel – Hat ragihandin ku bi balafirên bêmirov (ÎHA) yên kamîkazeyê êrişî Rafîneriya Petrolê ya Lanaz a li Hewlêrê hatiye kirin û di encamê de li navendê agir derketiye.
Di saetên şevê de, li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, bi ÎHAyeke kamîkazeyê êrişî Rafîneriya Petrolê ya Lanaz hat kirin.
Hat diyarkirin ku piştî êrişê li navendê teqîneke mezin rû daye û agir bi rafîneriyê ketiye.
Heta niha ji rayedarên fermî yên Hewlêr û Bexdayê derbarê êrişê û ziyanên canî de tu daxuyanî nehatine dayîn.
/Ajans/










