🔴NAVENDA NÛÇEYAN (Nûpel) – Di salvegera 23’yemîn a hilweşîna rejîma Baasê de, agahiyên nû derbarê hewldanên keça Sedam Hisên, Rexid Sedam, ji bo vejandina partiya Baasê û avakirina artêşeke nû ya çeteyan ketin rojevê. Ev tevgerên ku li pişt perdeyan tên meşandin, li Iraq û Herêma Kurdistanê tirs û fikarên mezin ên vegera serdema qirkirin û dîktatoriyê ava dikin.
Ji Darbeyê Heya Hilweşînê: Tarîtiya 35 Salan
Hizba Baas a Iraqê ku di sala 1963’an de bi darbeyekê hat ser desthilatê, di sala 1979’an de bi serokatiya Sedam Hisên Iraq veguherand navendeke dîktatoriyê. Rejîma Baasê di dîroka xwe de sûcên giran ên mirovahiyê pêk anîn:
Kîmyabarana Helebceyê (1988): 5 hezar Kurd şehîd bûn.
Pêla Enfalê: 182 hezar Kurd bi saxî hatin binaxkirin.
Serehildana 1991’an: Komkujiyên li dijî gelê Şîe yê li başûrê Iraqê.
Şerên Derve: Şerê 8 salan ê li dijî Îranê û dagirkirina Kuweytê.
Desthilata 35 salan a Baasê, di 9’ê Nîsana 2003’yan de bi destê hêzên koalîsyonê û rûxandina peykerê Sedam Hisên li meydana Fîrdewsî ya Bexdayê bi dawî bû.
Iraq di Navbera Hêvî û Bêhêvîtiyê de
Piştî rûxîna rejîmê, Iraqê nekarî bigihîje aramiya ku xelkê li bende bû. Di navbera salên 2003-2026’an de, welat bû qada şerên navxweyî (Şîe-Sunî), êrîşên terorîstî û gendeliya kûr. Bêhêvîtiya civakî ya ku bi xwepêşandanên 2011 û 2019’an gihîşt lûtkeyê, bû sedem ku hinek alî ji ber rewşa xirab a aborî û siyasî, berê xwe bidin xeyalên serdema berê.
Pilana “Saeta Sifir”: Civîna Veşartî ya li Şamê
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî (Fox Press) hatine girtin, keça Sedam Hisên, Rexid Sedam, li Şamê civîneke krîtîk pêk aniye. Tê gotin ku ev civîn bi çavdêriya îstîxbarata Îngilîz û Urdunê hatiye kirin.
Hûrguliyên Pilanê:
Beşdar: Rexid Sedam, serokê koma çekdar Colanî, berpirsên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û leşkerên berê yên Baasê.
Hêza Çekdar: Amadekirina artêşek ji 25 hezar kesan ku ji bermayiyên DAIŞ’ê, “Fedayiyên Sedam” û komên radîkal pêk tê.
Armanc: Destpêkirina şerekî navxweyî li parêzgeha Enbar û Mûsilê, qutkirina bandora Îranê (Hîlala Şîa) û girtina sînorên Iraq-Sûriyeyê.
Metirsiya li ser Kurdan û Herêmên bi Nakok
Çavdêrên siyasî hişyariyê didin ku vejandina Baasê û komên tundraw, herî zêde gelê Kurd dixe bin metirsiyê. Ev pilan dibe sedema:
Dubarebûna Senaryoya 2014’an: Êrîşên nû li ser Şengal û herêmên din.
Gef li ser Kerkûkê: Zindîkirina şaneyên razayî yên DAIŞ’ê li Kerkûk, Bêcî û Mexmûrê.
Guherîna Demografîk: Hewldanên ji bo qirkirin û derxistina Kurdan ji herêmên bi nakok.
/Çavkanî: Rojnews/










