🔴NÛPEL – Pirtûka bi navê “Dersim Kırımı Envanteri: Dokuz Örnek Vaka ve Mekan” (Envantera Komkujiya Dersîmê: Neh Nimûneyên Bûyer û Mekanan) ku ji hêla Bulent Bilmez û Cemal Taş ve hatiye amadekirin, di Sibata 2026an de ji weşanên İletişim Yayınları derket û gihîşt ber destê xwendevanan. Pirtûk, bîlançoyeke piçûk a wê trawmaya mezin a civakî ya ku di salên 1937-1938an de qewimî, radixe ber çavan.
Pirtûk ji bo ku xwendevan bêtir jê sûdê werbigirin, Komkujiya Dersîmê di ser neh mînak û mekanan re dinirxîne û kronolojiyeke kurt a ji Serhildana Koçgiriyê ya 1921ê heta sala 1947an pêşkêş dike.
Pirtûk pişta xwe dide xebatên qadê yên sî salan û raporeke berfireh a ku di çarçoveya projeyekê de li Zanîngeha Bilgi ya Stenbolê hatibû amadekirin. Ev rapor zêdetirî 120 cihên qetlîaman dihewîne û heta îro rapora herî berfireh a di vê mijarê de ye.
Xebateke envanterê ya li ser bingeha lêkolîna qadê û mexdûran
Ev pirtûk bîlançoyeke piçûk a wê trawmaya mezin e ku di salên 1937-1938an de li Dersîmê qewimî; ya ku dîroka fermî jê re dibêje “serhildan” û hafizeya herêmî jî wekî “Tertele” bi nav dike. Pirtûka Envantera Komkujiya Dersîmê, bi girtina neh mînak û mekanan, dixwaze ji nêzîkatiyên giştî, agahiyên ne diyar û gotinên hamasî dûr bikeve. Armanca wê ew e ku valahiya xebatên envanterê yên li ser agahiyên konkret û taybet di warê xebatên Dersîm ’38an de dagire.
Bulent Bilmez û Cemal Taş bi riya “dîroka mîkro”, şûna bûyerê, mexdûr û lêkolînên qadê, zemînekî ewle ji bo rastiyên li Dersîmê qewimîne ava dikin.
Ev berhem ne tenê şahidiya mirovan, lê her wiha kilam û şînan, dîmenên kevin û nû, navên mexdûrên ku hatine tespîtkirin û wezîfedarên fermî jî dihewîne. Ji bo her kesê ku dixwaze bi dîrokê re rûbirû bibe û piştgiriyê bide lêgerîna dadperweriya restoreker, ev pirtûk çavkaniyeke serîlêdanê ya bi bandor e.
Derbarê Nivîskaran de:
Bulent Bilmez
Prof. Dr. Bulent Bilmez lîsansa xwe li beşa Aboriyê ya ODTUyê û doktora xwe li Zanîngeha Humboldt a Berlînê qedandiye. Li gelek welatên wekî Almanya, Albanya, Kosova û Îngiltereyê lêkolîn û mamostetî kiriye. Ji sala 2005an vir ve li Zanîngeha Bilgi ya Stenbolê di beşa Dîrokê de mamoste ye. Di heman demê de endamê Weqfa Dîrokê (Tarih Vakfı) ye. Gelek pirtûk û gotarên wî yên li ser dîroka Dersîmê, mafên zimên û dîroka demokrasiyê hene.
Cemal Taş
Li Dersîmê ji dayik bûye. Di salên ciwaniyê de bi folklorê re eleqedar bûye. Li ser dîroka herêmî, ziman û çanda Dersîmê xebatên qadê yên girîng kirine. Di gelek projeyên çandî, civakî û aborî yên Dersîmê de (wekî Mihrîcana Mûzirî, Weşanên Tij, hwd.) bi awayekî çalak cih girtiye. Taş di komîteya “Projeya Dîroka Devkî ya Dersîmê 1937-38” de wezîfedar e û heta niha şeş pirtûkên wî hatine weşandin. Her wiha di warê fîlm û belgefîlman de jî xebatên wî hene.










