🔴BERLÎN (Nûpel) – Li Berlînê inîsiyatîfeke nû ya hunerî bi navê “Zer” dest bi xebatên xwe kir. Zer ku ji aliyê du hunermendên jin, Bilge Işik û Rezzan Gumgum ve hatî damezrandin, armanc dike ku jinên kurd yên di qada hilberîna çandî de tîne cem hev û bibe dengê hunera di navbera welat û diasporayê de. Zer, di 26ê Adarê de bi civîna “The Space Between Us” gava xwe ya yekem diavêje.
Em bi kêfxweşî gava yekem a Zerê bi we re parve dikin; platformeke hunerî ya serbixwe û ne-qezencxwaz ku li Berlînê ji aliyê Bilge Işik û Rezzan Gumgum ve hatiye damezrandin. Zer, jinên kurd ên di qada hilberîna çandî de tîne cem hev. Armanca wê zêdekirina dîtinbarî, teşwîqkirina hevkarî û parvekirina di navbera cihên cografî de ye.
Di 26ê Adarê de, Zer dê civîna xwe ya yekem bi navê “The Space Between Us” (Cihê Navbera Me) li Spore Initiative ya Berlînê pêk bîne. Ev civîna girtî, dê jinên kurd* yên li Berlînê di warê çandê de çalak in bîne ba hev, da ku li ser hilberîna hunerî ya di diasporayê de, bîr û mekanên navberê biterisînin.
Bername; axaftin, pêşkêşkirinên kurt û şîveke hevpar lixwe digire. Her çend ev bûyer ji gel re vekirî nebe jî, em ê kêfxweş bibin ku hûn di nûçeyên xwe de cih bidin vê inîsiyatîfê an jî Zerê bi xwendevanên xwe bidin naskirin.
Hûn dikarin metneke kurt û materyalên dîtbar ên derbarê Zerê de di pêvekan de bibînin.
Ji bo agahdariyên zêdetir an jî daxwazên hevpeyvînê, ji kerema xwe bi me re têkilî daynin.
ZER: Bi Rengê Rojê Hebûn
Zer, platformeke hunerî ya serbixwe, ne-qezencxwaz û nav-dîsîplînî ye ku navenda wê li Berlînê ye. Ew jinên kurd ên hilberînerên çandê ne ji çar aliyên cîhanê tîne cem hev; bi armanca bilindkirina dîtinbarî, teşwîqkirina hevkarî û avakirina toreke domdar a hevpariyê. Her çend li Berlînê hatibe damezrandin jî, Zer wekî platformeke transneteweyî (jor-neteweyî) hatiye sêwirandin ku ji sînorên bajêr derbas dibe.

Bi rêya pêşangeh, nîşandana fîlman, arşîv, weşan, bernameyên perwerdehiyê û civînên torê (network), Zer qadên diyalogê diafirîne ku tê de pratîkên hunerî yên cihêreng rastî hev tên. Her çalakî wekî qadeke ramanê û guherîna fikran hatiye sêwirandin ku girêdanan xurt dike û rêyên nû ji hevkariyan re vedike.
Zer, hunermendan di navbera cihên cografî de –bi taybetî di navbera Mezopotamya û diasporayê de– girê dide; wan hunermendên ku pratîkên wan bi şikestin û koçberiyê teşe girtine. Ew mercên guncaw ji bo hevdîtinên nû, domdariya hunerî û şêwazên nû yên hilberînê diafirîne.
Di pergala baviksalar (patriarkal) de ku her dem rêyên nû ji bo nedîtbarikirina jinan diafirîne, hunermendbûna jinê tê wateya derbasbûna ji nav şikestinên koçberiyê û şopên kûr ên çîrokên dewlet-neteweyan. Li wir nasname tên jêbirin, tên înkarkirin û her dem tên nûkirin. Zer, wekî bersiveke li dijî van şertan derdikeve holê; qadeke ku em hev bibihîzin û li ser dûrahî û qutbûnê, pratîkên xwe yên hunerî biparêzin.
Agahiyên Têkiliyê
Damezrîner: Bilge Işik & Rezzan Gumgum
Zer.team.Berlin@gmail.com










