PFDK’ê Ceza Barand Ser Amedspor û Manîsa FK’ê

NûçeSpor

🔴NAVENDA NÛÇEYAN – Lijneya Disiplînê ya Futbolê ya Profesyonel (PFDK), biryarên xwe yên derbarê maça Amedspor û Manîsa FK’ê de eşkere kirin. Di encama nirxandinan de hem li ser klûba Amedsporê û hem jî li ser lîstikvanê Manîsa FK’ê ceza hatin birîn.

Ji Amedsporê re Cezayê Pereyan

Li gorî biryara PFDK’ê, di maça ku li qada Amedsporê hatibû lîstin de, bi îdiaya “bûyerên sahayê” ceza li tîma kesk û sor hat birîn. Lijneyê ji ber van bûyeran 110 hezar TL cezayê pereyan da klûba Amedsporê.

Lîstikvanê Manîsa FK’ê ji Sahayê Hat Dûrxisistin

PFDK’ê her wiha lîstikvanê Manîsa FK’ê Waldir Alenis Vargas jî bê ceza nehêla. Ji ber ku di heman maçê de tevgerên tundî (şîdet) nîşan dabûn, ev ceza li Vargas hatin birîn:

2 maçan qedexeya lîstikê.

26 hezar û 700 TL cezayê pereyan.

Van jî bibîne

 

Li Erzînganê Newroz bi daxwaza aştiyê hat pîroz kirin: ‘Ev ax aştiyê heq dike’
Li Mêrdînê ji ber baranê du xanî hilweşiyan: Dayîkek û du zarokên wê hatin rizgarkirin

Nûçeyên Sereke