Peyama Nêçîrvan Barzanî bi Boneya 8’ê Adarê

Nûçe

🔴Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser rola jinên Kurd a di dîrokê de ku hem di şoreşê de û hem jî di pêvajoyên aştiyane de xwedî rolên girîng bûne û destnîşan kir ku “jinan wêrekî û biryardariyeke bêhempa nîşan dane.”

Serok Nêçîrvan Barzani bi bîr xist ku Herêma Kurdistanê di qonaxa saziyîbûn û avakirinê de ye; hebûna çalak a jinan di qadên siyaset, refên Pêşmerge, aborî, rêveberî û perwerdeyê de wekî çavkaniyeke mezin a şanaziyê bi nav kir.

Barzanî anî ziman ku aramî û îstîkrara civakî tenê bi misogerkirina mafên jinan pêkan e û got: “Heta ku maf û azadiyên jinan bi temamî neyên dabînkirin û pêgeha wan di mekanîzmayên biryardanê de neyê bihêzkirin, avakirina civakeke aram û pêşketî ne mumkun e.”

Peyama tam a Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

“Bi helkefta 8’ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan, ez jinên Kurdistan, Iraq û hemû jinên cîhanê ji dil û can pîroz dikim. Di rêvîtiya wan a bi rûmet a ji bo dabînkirina dadperwerî û wekheviyê de, serkeftin û pêşengiyeke berdewam ji wan re dixwazim.

Li Kurdistanê jinan di dirêjahiya dîrokê de roleke şoreşgerî û aştiyane lîstine, wêrekî û xweragirtineke bêhempa nîşan dane. Di vê qonaxa ku Herêma Kurdistanê saziyên xwe ava dike û bihêz dike de, beşdariya çalak a jinan di hemû qadan de mîna siyaset, Pêşmerge, aborî, rêveberî û perwerdeyê, ji bo me cihê şanaziyeke mezin e.

Di vê roja watedar de em dixwazin tekez bikin ku; bêyî ku hemû maf û azadiyên jinan bên misogerkirin û pêgeha wan di pêvajoyên biryardanê de neyê xurtkirin, avakirina civakeke asûde, îstîkrar û pêşketî ne pêkan e. Wek her car, em li ser biryardariya xwe ya ji bo ji ruhanî rakirina her cure cudakarî û tundûtûjiya li dijî jinan – çi di nav malbatê de be çi di qada giştî de – û çespandina çanda wekhevî û dadperweriyê berdewam in.

Parastina rûmet û mafên jinan; berpirsiyariya hevpar a hikûmet, malbat, civaka sivîl, medya û hemû saziyên civakî, perwerdehî û olî ye. Ji bo ku jin di şêwekirina paşeroja welat de roleke bi bandortir bilîzin, pêdivî bi xebat û stratejiyên nû heye ku derfet û fersendên wekhev biafirînin. Divê Kurdistan di warê wekhevî, rêzgirtina li mafên mirovan û parastina jinan ji tundrewî û tundûtûjiyê de, her dem bibe nimûneyeke geş.

Îro, em hemû jinên kedkar ên ku di xebata ji bo azadî, dadperwerî û mafên xwe yên rewa de feda kariyên mezin kirine, bi rêz bi bîr tînin. Silav li giyanê pak ê hemû jinên ku bûne qurbaniyên tundûtûjiyê, bîranîna wan dê her dem ezîz bimîne.”

/Çavkanî: Rûdaw/

 

 

Van jî bibîne

 

Mordem Zel: Ji Kedê Ber Bi Azadiyê Ve Meşa Dîrokî
Galatasaray di Derbiya Stenbolê de bi Ser Ket

Nûçeyên Sereke