Pêşniyara DEM Partiyê ji bo TBMMê: “Helepçe wekî Komkujiya Kurdan bê nasîn”

Nûçe

🔴Nûpel – Parlementera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, ji bo ku komkujiya Helepçeyê wekî “Komkujiya Kurdan” bê nasîn, pêşniyazqanûnek pêşkêşî Serokatiya Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) kir.

Sayyîgîtê, sedemên ku çima divê komkujiya Helepçeyê di çarçoveya pênaseya “komkujiyê” de bê girtin, bi vî awayî rave kirin:

“Komkujiya Helepçeyê, di çarçoveya êrîşên Enfalê de wekî êrîşa herî hov hat qeydkirin. Ji ber ku li bajarekî, hebûna Kurdan bi komkujiyeke topyekûn hat xwestin ku ji kokê ve bê tunekirin. Bi taybetî şewitandin û valakirina cihên niştecihbûnê yên Kurdan, îşkenceyên giran ên di kampên komkirinê de, înfazkirina sivîlan bi komî û êrîşên zayendî yên li dijî jinan; nîşaneyên eşkere yên sojkujiyê ne. Ji ber vê yekê, hatiye diyarkirin ku Komkujiya Helepçeyê ya ku rejîma Baasê di çarçoveya Tevgera Enfalê de pêk aniye, li gorî Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Parastin û Cezakirina Sûcê Komkujiyê û Statuya Romayê ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, bi pênaseya sojkujiyê re li hev dike.”

HELEPÇE JI ALIYÊ DADGEHÊN IRAQÊ VE JÎ WEKÎ ‘KOMKUJÎ’ HAT NASÎN

Sayyîgîtê wiha dewam kir:

Bi hilweşîna rejîma Saddam Huseyîn a di sala 2003an de, pêvajoya rûbirûbûna bi raboriyê re dest pê kir û hewil hat dayîn ku şopên rejîma Baasê bên jêbirin. Di vê çarçoveyê de; Komkujiya Helepçeyê di 1ê Adara 2010an de ji aliyê Dadgeha Bilind a Cezayê ya Iraqê ve wekî “Komkujî” hat nasîn. Her wiha Parlementoya Iraqê û Parlementoya Herêma Kurdistanê jî Helepçe bi eşkereyî wekî sojkujî qebûl kirin. Îro Komkujiya Enfalê ya ku rê li ber Helepçeyê vekir, di parlementoyên Brîtanya, Swêd û Norwêcê de wekî “Komkujiya Kurdan” hatiye biryardan û qurbaniyên komkujiyê her sal li gelek navendan bi çalakiyên curbecur tên bibîranîn.

DAXWAZA GELÊ KURD HEYE

Di vê wateyê de gelê Kurd li benda wê ye ku Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) jî Komkujiya Helepçeyê wekî “Komkujiya Kurdan” nas bike. Ji ber ku hesasiyeta paytextên ku Kurd hemwelatiyên wan in, dê xizmeta xurtkirina vîna bi hev re jiyanê bike. Bi taybetî di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, nabe ku li hemberî êşên Kurdan bêdeng û bêhêş bê mayîn. Heke li hemberî êrîş û komkujiyên ku Kurdên li derveyî Tirkiyeyê dijîn pê re rûbirû mane helwesteke pozîtîf bê nîşandan, têkiliyên Kurd-Tirk jî dê wateya xwe ya rastî bibînin. Pêşxistina têkiliyên avaker bi Kurdên derveyî Tirkiyeyê re û nîşandana hesasiyetê ji bo êşên dîrokî, gava herî bibandor e ku qutbûna hestiyarî jî ji holê radike. Ji ber vê yekê, naskirina Komkujiya Helepçeyê wekî “sojkujiya Kurdan” di bin banê TBMMê de, ne tenê wezîfeyeke mirovî û wijdanî ye; di heman demê de dê bibe mora jiyana hevpar a gelan.

PÊŞNIYAZQANÛNA HATÎ DAYÎN

MADDE 1 – Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê; qebûl dike ku di dema desthilatdariya Saddam Huseyîn a li Iraqê de, di çarçoveya Tevgera Enfalê ya ku ji aliyê rejîma Baasê ve di navbera salên 1986 – 1989an de hat meşandin de, di êrîşên bi çekên kîmyewî yên 16ê Adara 1988an de li bajarê Helepçeyê hatin kirin, bêyî cudahiya ciwan – pîr, jin – mêr, zarok – mezin zêdetirî 5 hezar Kurd hatine qetilkirin û bi deh hezaran jî birîndar bûne; Komkujiya Helepçeyê ya ku êrîşên ji bo tunekirina nijada gelê Kurd û înfazên komî yên sivîlan dihewîne, wekî “Komkujiya Kurdan” nas dike û radigihîne.

MADDE 2 – Ev qanûn di roja weşana xwe de dikeve meriyetê.

MADDE 3 – Hukmên vê qanûnê ji aliyê Serokkomar ve tên meşandin.

Van jî bibîne

 

Xelatên 98emîn ên Oscarê hate dayîn
GOYÎDER: Bendav û kanzaya madenê jiyana gundiyan dixe metirsiyê

Nûçeyên Sereke