🔴NÛPEL – Pêşmergeyê bi navê Weysî Axir Seîd ku 24ê Adarê li Spîlkê birîndar bû îro şehît ket.
Li qezaya Xelîfanêy a Îdareya Serbixwe ya Soranê ya Hewlêrê, 24ê Adarê bi mûşekan êrişek hatibû encamdan. Di wê êrişê de 6 Pêşmerge şehîd ketibûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bibûn.
Li gorî nûçeya Rûdawê yek ji birîndaran Weysî Axir Seîd îro canê xwe ji dest da.









